Ji bo Rojava van patîkan bikirin
Ji bo Rojava van patîkan bikirin
Ji bo Rojava van patîkan bikirin
Meclisa Jinan ya BDP’a Stenbolê biboneya piştevaniya bi Rojava re li gelek cihan kermes vekirin. Jinên ku xwarinên li mal çêdikin, patîk, gore û lîfên bi dest dihûnin difiroşin û dahata wê dê bişînin Rojava.
Kermesa ji bo piştgiriya Rojava duh ji aliyê Meclisa Jinan ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Stenbolê vehatî danîn didome.
Eleqeyek mezin nîşanî kermesên Meclisa Jinan li Emînonu, Meydana Îskele Kadikoy, beramberî Amadeyiya Galatasaray, Taxa 1 Mayis û Qada Gazîosmanpaşa hatîn danîn, dan.
Jinên BDP’yî ên ku li malê xwarinên herêmî çêdikin, patîk, gore, lîf, fûlar û xişrên dihûnin difiroşin û dahata wan dê ji Rojava re bişînin.