Ji bo rakirina cerdevaniyê pêşnûmeya qanûnê

Ji bo rakirina cerdevaniyê pêşnûmeya qanûnê

Cîgirê Serokê Koma BDP’ê û Parlamenterê Çewlîkê Îdrîs Baluken ji bo rakirina cerdevaniyê pêşnûmeya qanûnê da meclisê.

Di pêşnûmeyê de hate diyar kirin kul i şûna rêbazên siyasî ya demokratîk, polîtîkayên çareseriya bi çekan neçareseriyê zêdetir dike.

 Di pêşnûmeyê de hate diyar kirin ku li ser banga Ocalan a di 21’ê Adarê de pêvajoya ku dê çek ji dewrê derketin ket rojevê û divê pergala cerdevaniyê jî ji nû ve bê fikirîn û wiha hat gotin: “Pergala cerdevaniyê ji 1985’an de  ketî meriyetê.  Di 1993’an de li 13 bajaran kirin meriyetê û li 35 bajaran belav bû. Di 2009’an de li gorî daxuyaniya wezareta karê hundir  li 32 bajarî 71 hezar û 907  cerdevanên demborî û dildar hene û ev di 2013’an de 80 hezar derbas kiriye. Piranî li Amed, Şirnex, Çewlîk, Êlih, Bedlîs, Mûş, Sêrt û Colemêrgê heye.

Her wiha di demên  ji ber pêşvûçeya siyasî pergala cerdevaniyê bandora xwe wenda kiriye. Niha ji bo pergala xwe biguhere serî li bûyerên edlî didin.  Hinek bûyerên wan yên edlî yên ku ketine belgeyên deweletê wihane; kaçaxvaniya tiryak,çek, muhîmat, sewal û berhemên dîrokî, kuştin, xesp, birîndarî, bikaranîna madeyên teqemeniyê, tehdît û şewitandina zeviyan.

 Di berdewamiyê de wiha hate gotin: “Li aliyekê  piştî hevdîtinên aştiyê ya li ser banga siyaseta demokratîk piştgirî û nêzikatiyek zelal dîtiye û li aliyê din jî  pirsgirêkên ku  cerdevan tê de, pêngavên pêwist dide zorê.  Banga siyaseta demokratîk tê wateya  ku êdî çek ji sahneya siyaseta Tirkiyeyê derkevin.  Ji ber vê jî divê pergala cerdevaniyê bê rakirin û entegrasyona civakî ya cerdevanan pêk bê.”