Ji bo piştgiriya Rojava li Silêmaniyeyê Desteya Hevbeş ava bû
Komek ji nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê, ji bo piştgiriyê bidin Şoreşa Rojavayê Kurdistanê Desteyek Hevbeş ava kirin.

Desteya Hevbeş duh êvarê li salona Hotela Perêj a Silêmaniyeyê bi civînekê hat ragihandin. Di civînê de nûnerên gelek saziyên sivîl ên li bajêr, parlamenter, rewşenbîr û kesayetên siyasî amade bûn.
Desteya Hevbeş wê di demên pêş de jî civînên xwe lidar bixe û kar û barên ji bo destekkirina şoreşa Rojava, organîze bike.
Ji beşdarên civînê parlamentera Tevgera Goran Perwa Elî ji RojNewsê re axivî û got, "Bi rêya civînên wiha em dikarin zextê li ser welatên derve ku li hember êrîşên li dijî Rojava bêdeng nemînin."