Yekitiya Parêzerên Ewropayê xelata îsal a Ludovic Trarieux a ku cara yekem sala 1985ê hêjayê Nelson Mandela hatibû dîtin, hêjayê parêzvanê mafê mirovan ê Kurd Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Muharrem Erbey ê ku ji doza KCK’ê hatiye girtin hate dîtin.
Bûyera Dreyfus ne tenê li Franseyê, di heman demê de di dîroka Ewropayê de yek ji skandalên herî mezin ên huqûqê bû. Sala 1894ê berbazê Frensî yê bi eslê xwe Cihû Alfred Dreyfus bi awayek neheq bi “sîxûrtî û xayintiya welat” hate tawanbarkirin û hate darizandin. Ev doza li hemberî tevî nivîskarê Fransî yê navdar Emile Zola û gelek rewşenbîrên din veguherî “nêçîra pîrebokan”.
Ludovic Trarieux tenê sala 1895ê bû wezîrê dadê yê Franse yê û wê demê yek huqûqnasên ku gotibû Derfus mafdar e bû. Trarieux, ji ber bandora skandala Dreyfus sala 1898ê yek ji saziyên mafê mirovan ên Ewropayê Komkara (lîg) Mafê Mirovan ava kir û 6 salan serokatiya wê kir.
ekitiya Parêzerên Ewropayê jî ji sala 1985ê ve xelata mafê mirovan a bi navê Ludovic Trarieux dide. Yekitiyê sala 1985ê xelata yekemîn dabû rêberê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela ku wê demê parêzer bû. Di wê demê de Nelsona Mandela jî di girtîgehê de bû û parêzer Muharrem Erbey jî niha di girtîgehê de ye.
Alîkarê Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Serokê Şaxa Amedê Mûharrem Erbey ji berfanbara 2009 ve di çarçoveya doza di bin navê KCK’ê de li hemberî siyaseta Kurdan tê meşandin de hate girtin û ji wê rojê heta niha girtî ye. Dê li Berlînê ji bo xelatdayina Erbey merasimek pêk bê. Erbey ku di heman demê de nivîskarê pirtûka çîrokan a “Kayip Serçe” (Beytika Winda) ye jî ji ber wêrekiya xwe ya di pîşeyê xwe de hêjayê xelatê hate dîtin.
Hevsera Muharrem Erbey, Burçîn Erbey dê xelatê ji Wezîra Dadê ya Alman Sabine Leutheusser-Schnarrenberger werbigire.