Ji bo maşîneya cenazeyê gerîla hilgirt 2 hezar û 500 TL ceza!

Ji bo maşîneya cenazeyê gerîla hilgirt 2 hezar û 500 TL ceza!

Bêtehemûliya dewleta Tirk a li hemberî cenazeyên gerîlayan tu pîvanan nas nake. Polîsên trafîkê li maşîneya ku cenazeyê gerîlayê HPG'ê Murat Bilgiç (Delil Antep) ku ji Dîlokê wergirt û ber bi Edeneyê ve diçûn 2 hezar û 500 TL cezayê pere birî. Ajokarê maşîneyê û reveberê BDP'a Şahinbeyê Nesîm Akbulut, bertek nişanî pêkanîna polîsan da û diyar kir ku ev pêkanînek keyfî ye.

25'ê Mijdarê li gundê Karayigîta Hasanbeyli ya Osmaniyê operasyon pêk hat. Di operasyonê de gerîlayê Kurd Murat Bilgiç (Delil Antep) jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Bîlgîç ji bo otopsiyê birin Dîlokê. Maşîneya ku cenazeyê Bîlgîç ji Dîlokê bir Edeneyê ji aliyê polîsên trafîkê ve rastî 2 hezar û 500 TL cezayê pereyan hat.

Rêveberê BDP'ê yê Şahînbeya Dîlokê Nesîm Akbulut ku di heman demê de ajokariya dolmîşa cenazeyê gerîla Bilgiç kar kiribû li gel malbatê ji Dîlokê dibir Edeneyê, dema ji Dîlokê Dîlokê derktin ji aliyê polîsên trafîkê ve hate rawestandin û rastî cezayê pereyan hat.

Akbulut, bertek nîşanî helwesta polîsan da û diyar kir ku pêkanîn û cezayê polîsan bi keyfî ye. Akbulut, da zanîn ku piştî polîsan kopya nasnameyên wan girt û şûnde ew serbest berdan.

Akbulut, anî ziman ku piştî çû li Edeneyê cenaze danî û vegeriya li gel karmendên maliyê ew sekinandin û 2 hezar û 500 TL cezayê pereyan li wî birîn. Akbulut, da zanîn ku êdî rêzdariya dewletê ji cenazeyan re jî nemaye û tiştê li wan dikin zilm e û ev zilm nayê qebûlkirin û wiha got: "Heta niha min gelek caran rêwîtiya navbera bajaran kiriye. Lê ez heta niha rastî cezayeke wiha nehatime. Lê ji ber ku min cenazeyê gerîla bir ceza li min birîn. Em vê zilme qebûl nakin."