Ji bo komkujiya Kortekê bîrdarî-peyker

Ji bo komkujiya Kortekê bîrdarî-peyker

Ji bo bîranîna kesên di komkujiya Kortkê de jiyana xwe ji dest dan peykerên ku hatibû çêkirin duh li cihê ku komkujî hat kirin bi merasîmekê hat vekirin. Merasîm bi pêşengiya Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) pêk hat. Hevsrokê PÇDK’ê Diyar Xerîb û xizmên kesên jiyana xwe di komkujiyê dewenda kir û gelê herêmê tevlî bû.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî qurdeleya peyker ji aliyê Lîndaya biçûk ku xizma kesê ku jiyana xwe di komkjiyê de ji dest da ve hat birîn.

KOMUJÎ DIDOMIN

Diyar Xerîb axaftinek kir û wiha got: “Di vê roja ku me dê peykerê ji bo şehîdên Kortek û Qendîlê çêkiribû di şeva 6-7’ê mijdarê de balafirên tirk dîsa Qendîl bombebaran kir. Du welatiyên me yên sivîl û bê guhen hatin qetilkirin. Em kurd û gelê Qendîlê vê komujiyê şermezar dikin û dibêjin bila êdî bi dawî be.”

Xerîb geşedanên Rojavayê Kurdistanê nirxand û destnîşa kir k udi encama zextên rejîma Baas ya li ser Başûrê Kurdistanê de bi dehan welatiyên me jiyana xwe ji dest dane.

Xerîb wiha got: “Di bin navê komkujiyên Enfal de bi deh hearanwelaiyên me hatin qetilkirin û hêj nayê zanîn ku cenazeyên wan li ku ne. Ev siyaseta îmhayê hêj li parçeyên din yên Kurdistanê didome.

Xerîb bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ji aliyê girtiyên Kurd ve li Bakûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin û got: “Daxwazên şoreşgerên di greva birçîbûnê de li ber xwe didin, daxwazên hemû gelê Kurd û em piştgirî didin.”

BERPIRS NEHATIN DARIZANDIN

Ji xizmên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan Şervan Huseyîn axivî û bi bîr xist ku heta niha berpirsên vê komkujiyê nehatine darizandin. Huseyîn got: “Hukûmeta Herêmê şûna kesên tevlî merasima vekirinê dibin asteng bike, bila pêşî li komkujiyên nû yên weke ya duh êvarê pêk hat bigireç”

Piştî axaftinan helbestên ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin xwendin. Merasim bi dirûşima “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.