Ji bo kevir û molotofê 30 sal ceza

Ji bo kevir û molotofê 30 sal ceza

Li Amedê kesê bi navê F.G. bi hinceta di xwepêşandanê de kevir û molotof avêtiye polîsan, hate darizandin û bi giştî 30 sal û 10 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Di rûniştina dozê ya ku li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat de, bersuc F.F. amade bû. Dozgerê Komarê mûtaleya xwe ya ku di rûniştina beriya vê de pêşkêşê dadgehê kiribû careke din dubare kir û xwest bersuc were cezakirin.

F.G. beriya biryarê parastina xwe ya dawiyê kir û sucdarkirinên li hemberî xwe qebûl nekir û daxuyaniyên xwe yên di rûniştina beriya vê de dubare kir.

Dîwana dadgehê, piştî navberek kurt, bi hinceta “Her çendî ne endamê rêxistinê ye, bi navê rêxistinê suc kiriye” 10 sal û 6 meh ceza, bi hinceta “teqemenî pêre hebû” 8 sal û 4 meh, sê caran “propagandaya rêxisitnê kiriye” 6 sal û bi hinceta 5 caran “li hemberî yasaya xwepêşandan û civînê rabûye” 6 sal ceza û bi giştî 30 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li F.G. birî.