Ji bo Hoffmann çalakiya sûîqestê

Rêxistina Jinê ya Komunîst a MLKP'ê, ji bo Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) a li Rojava jiyana xwe ji dest da, çalakiyeke sûîqestê lidar xist.

Rêxistina Jinê ya Komunîst a MLKP'ê, ji bo Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) a li Rojava jiyana xwe ji dest da, çalakiyeke sûîqestê lidar xist.

Rêxistina Jinê ya Komunîst a MLKP/Rojava, ji bo bîranîna şervana MLKP'ê Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) a di 7'ê Adarê de li eniya Til Temirê jiyana xwe ji dest da, çalakiyeke sûîqestê lidar xist.

Şervanên jin ên komunîst, bi çalakiya xwe ya li Kantona Cizîrê re, mewziya DAIŞ a olperest û faşîst hilweşandin. Di encama çalakiyê de çeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin.

Rêxistina Jinê ya Komunîst a MLKP/Rojava der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û got, "Li dijî paşverûtiya DAIŞ'ê ku dijminê mirovahiyê û jinê ye, mîna rêhevala xwe Avaşîn Têkoşîn Guneş em ê bedena xwe bidin bend û berxwedana xwe dewam bikin."

Şervanên jin ê komunîst çalakî diyarî Hoffman kirin û kirin û gotin, "Em ê li ser şopa wê bin û nehêlin çeka wê bêdeng be. Em ê bibin kabûsê kujerên DAIŞ'ê yên tecawizkar û kujerên jinê. Soza te ya serketinê soza me ye."