Komîteya Amadekar ya Greva Birçîbûnê ya li Hewlêrê biryar da ku heta sibê ger ji aliyê Parlemento û Hukûmeta Herêm Kurdistanê ve helwest neyê diyarkirin û piştgirî nedin çalakiyê, dê sibê saet 13.00 çalakiya xwe vebiguherînin meş û dê meş ji cihê çalakiyê berdewam bike û heta ber kosolosxaneya Tirk a li Hewlêrê bidome.
Greva birçîbûnê ya ku bi armanca piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya di girtîgehên Tirk ên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê de ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin, ji bo sê rojan hate destpêkirin, ket roja 2’yemîn. Di roja duyemîn de nunerên gelek partî û rêxistinan hatin serdana konê ji bo greva hatiye vedan û piştgiriya xwe nîşan dan.
Greva birçîbûnê ya ku 2’yê cotmehê li ber Parlementoya Herêma Kurdistanê ya li Hewlêrê dest pê kir, di roja duwemîn de berdewam dike. Nunerên gelek partî û rêxistinên başûrê Kurdistanê hatin serdana çalakiyê û piştgiriya xwe dan nîşandan.
Endamê Encûmena Bilind yê Partiya Ayende ya Kurdistanê Aware Mamaso Dizeyî, berpirsê Liqa Hewlêr yê Partiya Ayende Ziryan Ehmed, Berpirsyarê Ciwanan yê Tevgera Êzîdiyên Demokrat û Azad ya Şengalê Raid Xelef, Sekreterê Giştî yê YNDK’ê Xefûr Mexmûrî, û herwiha nûnerê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) yê Konseya Ewrûpayê Faik Yagızay serdana çalakiyê kirin.
Kesên hatin serdananê piştgiriya xwe anîn ziamn û û bang li hemû rayedarên Başûrê Kurdistanê û bi tabyet jî li bitaybetî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Parlementoya Kurdistanê kirin ku helwestên xwe bidin diyarkirin û piştgirîya xwe bi aweyek lezgîn bidin çalakiyê. Di çalakiyaê de ji rayedarên Başûrê Kurdistanê hate xwestin ku ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya ku 53 roj in berdewam dike, bang li deweta Tirkr bikin ku daxwazên Kurdan bi cih bînin.
Komîteya Amadekar ya Greva Birçîbûnê ya li Hewlêrê biryar da ku heta sibê ger ji aliyê Parlemento û Hukûmeta Herêm Kurdistanê ve helwest neyê diyarkirin û piştgirî nedin çalakiyê, dê sibê saet 13.00 çalakiya xwe vebiguherînin meş û dê meş ji cihê çalakiyê berdewam bike û heta ber kosolosxaneya Tirk a li Hewlêrê bidome.
Her wiha komîteyê bang li her kesê kir ku dibê beşdarî meşa ku dê saet di 13.00 de dest pê bike bibin.