Ji bo gerîlayê HPG'ê Şîpal li Wanê mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlayê HPG'ê Mesût Şîpal (Baz Mordem) ê li navçeya Êlih Qabilcewzê jiyana xwe ji dest da, li Wanê mewlûd hat dayîn.

Ji bo gerîlayê HPG'ê Mesût Şîpal (Baz Mordem) ê 6'ê Nîsanê di şerê li Geliyê Bazdek ê navçeya Êlih Qabilcewzê jiyana xwe ji dest da, li mala sersaxiyê ya Cevdet Paşa mewlûd hat dayîn. Tevî girseyeke qelebalix Alîkarên Hevserokên DBP'ê yên Wanê Nazmiye Acar, Metîn Kûtaz, Hevseroka HDP'ê ya Wanê Gulîstan Orhan û Hevseroka MEYA-DER'ê Nerîman Ûrar tevlî mewlûdê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranînê cangoriyên têkoşîna azadiyê, dua hatin kirin. Di axaftinên li vê derê de dilsoziya bi cangoriyan hat dubarekirin.

Bavê Mesût Şîpal jî li merasîmê axivî û got, "Şehîd ne tenê şehîdê min e, ew şehîdê tevahiya gelê Kurd."

...