Ji bo gêrîlayê Îran Yalçin (Şevin Başkale) ku li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê di şer de jiyana xwe ji dest da mewlûd hate dayîn.
Li Bajaroka Sixkê ya Wanê ji bo gêrîlayê HPG'ê Îran Yalçin (Şevin Başkale) ku di 22'ê Mijdarê de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê di şer de jiyana xwe ji dest da û bi eslê xwe ji Elbaka Wanê ye, li taxa Esendere ya Bajaroka Sixkê mewlûd hate dayîn. Mewlûd ji aliyê endamê Komeleya Meleyan ve hate xwendin.
Di mewlûdê de parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Necla Yildirim, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, endamên Înîsiyatifa Dayiken Aştiyê, MEYA-DER û gelek welatiyên din amade bûn. Di mewlûdê de parlementerê BDP'e yê Wanê Ozdal Uçer, ji malbata gêrîla Şevîn û hemû gelê Kurd sersaxî xwest.
Bavê gêrîla Şevîn Mustafa û xwişka wê Feyruz Yalçin jî diyar kir ku, kurê wan şehîdê hemû gelê Kurd e. Xwişka gêrîla Şevîn da zanîn ku, ew jî dixwazin wekî her kesi li ser axa xwe azad bijîn" Pişti mewlûdê sloganên Şehîd namirin" hate qêrîn.