Ji bo gêrîla Çolî Temel (Çekdar Kato) yê ku di meha cotmeha 2011’an de di encama bikaranîna çekên kîmyawî li Geliyê Tiyarê jiyana xwe ji dest dabû mewlîd hate dayîn.
Ji bo gêrîlayê HPG’ê Çolî Temel (Çekdar Kato) yê ku di meha cotmeha 2011’an de di encama bikaranîna çekên kîmyawî de li Geliyê Tiyarê yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê li gel 36 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû, li Gundê Hîsarkapi yê girêdayî navçeya Elka Şirnexê mewlîd hate dayîn.
Di nav de Serokê BDP’a Elkê Abdulkerîm Ataman, rêveberên navçeyê, endamên meclîsa şaredariyê jî heyî gelek kes tevlîbûn. Mewlîda bikurdî hate xwendin bê navber sloganên “Şehîd namirin” avêtin. Serokê BDP’a Navçeyê Ataman diyarkir ku, li rexmî hewildanên gelê Kurd yên aştiyê, hikumeta hewil dide gelekê tune bike û got: “Em weke gelê Kurd ger ev zulim berdewam bike, em dê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin.”
Mewlîd piştî xwarinê bidawî bû.