Li konê şînê yê ji bo gerîla Aytekîn Ozçîçek (Rojhat Amed) yê ku li navçeya Lîceyê ya Amedê jiyana xwe ji dest da, li Erxeniyê hate vekirin mewlîd hate dayîn.
Li navçeya Erxeniyê ya Amedê ji bo gêrîlayê HPG'ê Aytekîn Ozçîçek (Rojhat Amed) yê ku di teqîna di 24'ê mijdarê de li nêzî Qereqola Duru ya navçeya Lîceyê ya Amedê jiyana xwe ji dest da mewlîd hate dayîn. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Erxeniyê Mehmet Yergîn, şaredarên Erxenî, Lîce, Henê, Karaz û Kuyularê, rêveberên BDP'ê yên navçe û bajarokan tevlî mewlîdê bûn. Piştî mewlîda bi kurdî hate xwendin ji welatiyan re xwarin hate dayîn.
Cenazeyên gêrîla Şervan Fîdanten (Navdar Çiya) û Rohat Sîrek ên di pevçûnên cûda de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê malbatan ve ji saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hatin wergirtin û ber bi bajar ve derxistin rê. Wesayîta cenazeyan li navçeya Erxeniyê ya Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Pişt re cenaze ber bi Amedê ve hatin oxurkirin.