Ji bo gêrîla Fîraz konê sersaxiyê hate vedan

Ji bo gêrîla Fîraz konê sersaxiyê hate vedan

Li Mûşê ji bo gêrîla Halîl Aktar (Firaz Eylo) ku gel gêrîla û Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Sureyya Aslan di şer de jiyana xwe ji dest da, konê sersaxiyê hate vedan. Mamê gêrîla Fîraz Selahattin Aktar diyar kir ku, heta ew bijîn dê li hemberî zilmê serî rakin û got, serê hemû gelê Kurd sax be.

Di 4'ê Cotmehê de li navçeya Gevere ya Colemêrgê şer derket û di şer de li gel Endama Konseya Leşkerî ya HPG û YJA Starê Sureyya Aslan (Rojin Gewda) gêrîlayê HPG'ê Halil Aktar (Fîraz Eylo) jî jiyana xwe ji dest dabû. Li navçeya Gimgimê ya Mûşê ji bo gêrîla HPG'ê Fîraz mala sersaxiyê hate vedan. Di mala sersaxiyê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û endamên Konseya Leşkerî ya HPG û YJA Starê Sureyya Aslan (Rojin Gewda) û gêrîla Fîraz Eylo hatin daliqandin.

Piştî kon hate vedan, heyeta BDP'ê ku di nav de Serok û rêveberên BDP'ê û şaredarên BDP'î jî hebûn kon ziyaret kirin. Girseya ku kon ziyaret kir ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Serokê BDP'a Gimgimê Kiyasettin Altin diyar kir ku, ew dê li doza şehîdên xwe xwedî derkevin û doza wan biparêzin.

Mamê gêrîla Fîraz Selahattin Aktar jî diyar kir ku, Aktar şehîdê kurdistanê ye û ev yek ji bo wan şerefa herî mezine.

Piştî ziyareta konê sersaxiyê girse çûn ser goristanê û li ser gora Aktar dua xwendin.