Ji bo gerîla Derbendîxan li Qendîlê merasîma girseyî
Ji bo gerîlayê HPG’ê, HAW-PAR Hêmin Derbendîxan (Serwet Nasreddin Seîd) ê di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest da li Qendîlê merasîma leşkerî hat lidarxistin.
Ji bo gerîlayê HPG’ê, HAW-PAR Hêmin Derbendîxan (Serwet Nasreddin Seîd) ê di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest da li Qendîlê merasîma leşkerî hat lidarxistin.
Ji bo gerîlayê HPG’ê, HAW-PAR Hêmin Derbendîxan (Serwet Nasreddin Seîd) ê di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest da li Qendîlê merasîma leşkerî hat lidarxistin.
Gerîla Derbendîxan li Heremên Parastinê yên Medya dema mayînên rejîma Îran û Saddam ku li heremê danîne, ji bo parastina gelê heremê paqij dikir di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê gerîla Hêmin Derbendîxan li Qendîlê bi merasîmek leşkerî û bi tevlîbûna sedan welatiyan ber bi bajarê Silêmaniyê ve hat oxirkirin.
Di merasîma cenazeyê gerîla Derbendîxan de Hevseroka PÇDK’ê ya berê Necîbe Omer, endamên Konseya Rêveber a KCK Savaş Amed û Fatma Adir û malbata gerîla Hêmin Derbendîxan jî amade bûn.
Di merasîmê de Hevseroka PÇDK’ê ya berê Necîbe Omer axivî û got, “Em ji bo merasîma fermandar, qehreman şehîd Hêmin li vir in. Hevalên hêja kesên tevlî merasîma şehîdê Kurdistanê heval Hêmin bûne em bixêrhatina wan dikin. Em wekî hevalên wî bi şehîdbûna wû serbilindin û di merasîmeke wiha de amade ne.
Omer di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser kesayeta gerîla Hêmin û wiha berdewam kir,
“Heval Hêmin xelkê Derbendîxan e, di temenê xwe ya biçûk de tevgerê nas dike. Heval Hêmin di nav malbatek welatparêz de mezin dibe. Tevî temenê wî biçûk bû jî berpirsyariyek mezin hildaye û dijî dagirkerî, dijî neheqiyê serî hildaye û ji bo her çar parçeyê Kurdistanê, ji bo gelê Kurd û Kurdistanê şer kiriye, têkoşiyaye û şehîd bûye. Heval Hêmin di temeniyê xwe yê biçûk de li Rojavayê Kurdistanê pêşengî ji şoreşê kir û li dijî hovîtiyê û neheqiyê şer kir.”
Necîbe Omer di dawiya axaftina xwe de got, “Heval Hêmin bi berxwedan û qehremaniyek mezin têkoşiya û şehîd ket em di şexsê heval Hêmin de hemû şehîdên şoreşê şehîdên Kurdistanê bibîr tînin.”
Piştî axaftina Omer, apê gerîla Hêmin, Kamuran Seîd jî bal kişand ser têkoşina wî û wiha got, “Em ji bo gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin. Şehîdbûna wî ji bo me serbilindî ye. Em ê heya dawiyê girêdayî bîranîn û têkoşîna wî bibin em ji hevalên xwe re û gelê Kurdistanê re serketinê dixwazin.”
Piştî axaftinan cenazeyê gerîlayê HPG’ê, endamê Yekîneya Paqijkirina Mayînan (HAW-PAR) Hêmin Derbendîxan (Serwet Nasreddin Seîd) ji bo spartina axê ber bi bajarê wî Silêmaniyê ve hat oxirkirin.