Li Şirnexê qedexeya ku di 14'ê Adarê de hate îlankirin û 17 roj in dewam dike, çarçoveya wê tê berfirehkirin. Cihên ku bi awayeke fermî qedexe nehatiye îlankirin jî ji aliyê hêzên dewletê ve hatine dorpêçkirin. Welatiyên ku dixwazin ji gundên navendê û bajarokan biçin deverên din mecbûr in ji qereqolê destûrê bigirin.
Welatiyên ku ji gund û bajarokan dixwazin biçin cihekî din, bi agahiyên nasnameyan ên ji keyatiyan girtine dibin qereqolê, plaqaya wesayîtê didin bi "destûra taybet" a ji vir digirin ve ji herêma xwe dikarin derkevin. Li nuqteya lêgerîna ya li Gundikê Melê hatiye danîn û nuqteyên lêgerînê yên Cizîrê welati tên rawestandin û belgeya "destûra fermî" tê xwestin. Ji Şirnexê heta Cizîrê 9 nuqteyên lêgerînê tê derbaskirin. Welatî li her nuqteyên lêgerînê ji aliyê tîmên taybet û leşkeran ve ji kontrola GBT'ê tên derbaskirin. Dîsa di nuqteyên lêgerînê de wesayît tên serobinokirin, nav tên qeydkirin.
Welatiyên ku dixwazin vegerin gund an jî bajarokên xwe dîsa bi heman pêkanînê re rû bi rû dimînin.
Welatiyan li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşandan û hin welatî jî ji ber ku zehmetiyên ku tên dayîn nekişînin mecbûr dimînin vegerin malên xwe.