Tenduristvanên Ozgur Genç, sibe saet 09:00’an ji bo yekemîn rûniştina doza Xwendekara Pola 5’an a Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcle Esra Yakar wê bi daxwaza ji girtiyên nexweş re azadî daxuyaniyeke çapemeniyê bidin. Ji bo tevlîbûna daxuyaniyê bangawazî hat kirin.
Tenduristvanên Ozgur Genç, bibîr xist ku Esra Yakar ji bo alîkariyê bide kesên di berxwedana li hember çeteyên dijminê mirovatiyê DAIŞ’ê de birîndar bûne, çûye û birîndar bûye. Tenduristvanên Ozgur Genç, diyar kir ku Yakar a parçeyên şarapnelê li çav û mejiyê wê ketiye ji ber di dema wê de mudaxele nehatiye kirin û nehatiye sewqkirin, çavê xwe yê rastê winda kiriye. Tenduristvanên Ozgur Genç got, “Hevala me ya talûkeya wê jiyanê ddome, piştî sewqî Enqereyê hat kirin, bêyî mudaxeleyeke tibî bê kirin bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin. Yekemîn rûniştina doza hevala me wê 5’ê Adarê roja Pêncşemê li Amedê pêk bê. Di şexsê hevala me Esra de ji bo şermezarkirina rewşa tevayî girtiyên nexweş û ji bo piştgiriya ji Esra re em bang li hemû hevalên xwedî wijdan û hestyar dikin ku tevlî daxuyaniya me ya çapemeniyê ya li ber edliyeyê bibin.”