Ji bo bîranîna doktorê Ermenî Navenda Tenduristiyê ya Kurunfulyan

Ji bo bîranîna doktorê Ermenî Navenda Tenduristiyê ya Kurunfulyan

Meclisa Tenduristiyê ya bajarê Amûdê ji bo bîranîna doktorê Ermenî, Navenda Tenduristiyê ya bi navê Hirant Kurunfulyan vekir.

Endamê Komîteya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê û endamê Heyva Sor a Kurd Dr. Hirant Kurunfulyan ku 30 sal li bajarê Amûdê doktorî dikir, di 28'ê Tebaxê de de jiyana xwe ji dest da. Doktorê Ermen, ji aliyê welatiyên Amûdê nehat jibîrkirin. Li ser daxwaza gelê Amûdê Meclisa Tenduristiyê ya bajêr, navê  Hirant Kurunfulyan li navenda  Meclisa Tenduristiyê ya bajêr kir. Bi vê munasebtê merasîmek hate lidar xistin. Di merasîmê de malbata Kurunfulyan, nûnerên rêxistinên siyasî û civakî û bi sedan şêniyên bajarê beşdar bûn.

Di merasîmê de, Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Desteya Bilind a Kurd, Meclisa Tenduristiyê û Şêx Mihemed Zahir, peyam xwe xwendin û bal kişandin ser ked û xwetên Kurunfulyan.

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Beşîr Mela jî di merasîmê de axivî û diyar kir ku kesayatên mîna Kurunfulyan û Aramê Tîgran bûne nimûneya biratî û jiyana hevbeş û ew hêjayî rêzgirtinê ne.

Bi navê malbata Kurunfulyan, hevsera Kurnufulyan, Merarîcan Sîmoniyan axivî. Sîmonyan sipasiya şêniyên Amûdê kir û got ku Kurunfulyan alîkariya xizanan dikir û jiber dilnizmî û mirovahiya wî, ew li bajarê Amûdê di nava gel de dihate hez kirin.

Navenda Tenuristiyê ya binavê Hirant Kurunfulyan, ji aliyê malbata Kurunfulyan ve hate vekirin.

Endamê Komîteya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê û endamê Heyva Sor a Kurd Dr. Hirant Kurunfulyan, di 28'ê Tebaxê de li  mala xwe ya li bajarê Qamişlo di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû. Dr. Hirant Kurunfulyan li bajarê Qamişlo dijiya  û 30 sal li bajarê Amûdê doktorî dikir. Kurunfulyan di nava xelkê bajêr de bibû nimûneya jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê. Kurunfulyan ji kesên yekemîn bû ku di nava Komîteya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê Navenda Heyva Sor a Kurd ku li Amûdê hate vekirin de cihê xwe girtibû.