BI DÎMEN

Ji bo azadiya Ocalan ciwan li Kerkûkê meşiyan

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin. Di meşê de daxwaza azadiya Ocalan hat bilêvkirin.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin. Di meşê de daxwaza azadiya Ocalan hat bilêvkirin.

Endamên Tevgera Ciwanan, berêvarê saet di 16:00 de ji parka Keleha Kerkûkê heta bazara li ser rêya Silêmaniyeyê meşiyan. Ciwanan bal kişandin ser tecrîda zêdeyî saleke hatiye şidandin û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan.

Piştî meşê, li ser navê Tevgera Ciwanan Şiyar Çemçemalî daxuyaniyek da, işaret bi tecrîdê kir û got, "Çalakiyên me ciwanên Kerkûkî yên ji bo azadiya Rêber Apo wê bidomin."

'BÊDENGÎ XIYANET E'

Çemçemalî di dewama daxuyaniya xwe de bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê kir û got, "Weke ciwanên ji Başûrê Kurdistanê, girîng e em ji bo azadiya Rêber Apo bikevin nava tevgerê. Gelê me îro li Bakurê Kurdistanê têkoşîneke mezin dimeşîne. Divê em ji bîr nekin; heta ku li Bakur û Rojava şer hebe, Başûrê Kurdistanê jî azad nabe. Bêdengiya li pêşberî komkujî û şerê li parçeyên din ên Kurdistanê, xiyanet e. Pêwîste em hîn bêhtir çalak bin û tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê xwe bibin. Weke tevgera ciwanan em ê çalakiyên xwe dewam bikin. Heta tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin û azad bibe, çalakiyên me wê bidomin. Bi taybetî divê ciwanên ji Başûrê Kurdistanê tevlî têkoşîna me bibin."

...