Ji berxwedêrên greva birçîbûnê peyam
Berxwedêrên ku ji bo azadiya Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin, diyar kirin ku heta encamê bi dest bixin wê çalakiya xwe bidomînin.
Berxwedêrên ku ji bo azadiya Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin, diyar kirin ku heta encamê bi dest bixin wê çalakiya xwe bidomînin.
Greva birçîbûnê ya bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê tê lidarxistin, di roja 4’emîn de ye.
Peyamên îro yên Berxwedêrên Greva Birçîbûnê ya ku li Amedê bêdem-bêdorveger dewam dike, wiha ne;
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Gulcîhan Şîmşek: Azadiya Rêbertiyê azadiya tevahî jinan û tevahî civakê ye. Heta agahî jê bê girtin wê çalakiya me bidome.
Sînemavan Îbrahîm Yildirim: Huner bê îrade nabe, em xwedî li îradeya xwe derdikevin.
Endama KJA Elîf Haran; Têkîldarî tenduristî û ewlehiya Rêbertiyê fikarên me hene. Divê derhal hevdîtin çêbibin.
Rêveberê Navçeya Rezanê Huseyîn Çelîk: Azadiya Birêz Ocalan azadiya tevahî gelan e. Banga xwedîderketina çalakiyê li her kesî dikin.
Endamê Komaleya 78’iyan Talat Emre: Ji bo azadiya Birêz Ocalan gelê Kurd li ber xwe dide. Em jî ji bo azadiya Birêz Ocalan laşê xwe ji mirinê re datînin. Bê Serok Jiyan Nabe!
Endamê Komeleya 78’iyan Rifat Ronî: Birêz Ocalan rûmeta gelê Kurdistanê ye û em xwedî li rûmeta xwe derdikevin.
Ji rêveberên TÛHAD-FED’ê Mûrat Doner: Bêyî azadiya Ocalan azadiya gelan pêk nayê. Banga xwedîderketin û piştevaniyê li tevahî gelê Kurd dikin.
Şanoger Berfîn Emektar: Huner bê îrade nabe, em xwedî li îradeya xwe derdikevin û heta agahî ji îradeya me bê girtin jî em dawî li çalakiya xwe naynin.
Endamê Meclîsa DBP’ê Zeynel Mat: Bê Serok Jiyan Nabe! Heta Rêbertî azad bibe û agahiyên bi tendurist bên wergirtin wê çalakiya me bi dawî nebe.
Endamê PM a DBP’ê Zekî Baran: Heta ku Rêbertiya me azad nebe te ti kes azad nabin.
Endamê Meclîsa DBP’ê Zeynel Mat: Bê Serok Jiyan Nabe! Heta Rêbertî azad bibe û agahiyên bi tendurist bên wergirtin wê çalakiya me bi dawî nebe.