Ji ber pirsgirêka di beşa lezgîn de 2 nexweşan jiyana xwe ji dest da

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Agirî ji ber pirsgirêka di sîstema oksijenê ya beşa lezgîn de ji 5 nexweşên sewqî nexweşxaneyên Erzirom û Panosê hatin kirin Huseyîn Seçen û Kejen Yalçin ku jiyana xwe ji dest dan lêpirsîn hat destpêkirin.

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Agirî ji ber pirsgirêka di sîstema oksijenê ya beşa lezgîn de ji 5 nexweşên sewqî nexweşxaneyên Erzirom û Panosê hatin kirin Huseyîn Seçen û Kejen Yalçin ku jiyana xwe ji dest dan lêpirsîn hat destpêkirin.

Sekreterê Hiqûqê yê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Şaxa Agirî Emîn Bayram îdîa kir ku sîstema oksîjenê ya demeke dirêj e bi pirsgirêk e bi temamî xera bûye. Bayram got ku ji ber pirsgirêkê 5 nexweş sewqî nexweşxaneyên Erzirom û Panosê hatine kirin û got, "29’ê Çileyê ji ber pirsgirêka saet di navbera 02.00- 06.00’an de rû da, 5 nexweş bi biryara doktoran sewqî nexweşxaneyan hatin kirin. Di vê navberê de 2 nexweş jiyana xwe ji dest didin. Piştî 3 rojan agahiya me ji bûyerê çêbû. Şert û mercên fizikî yên li nexweşxaneya dewletê ya Agirî kêm in. Gelek nexweş diçin Erziromê. Li bajêr ev 3 sal in dest bi nexweşxaneyeke nû ya dewletê ya ji bo 300 kesan hatiye destpêkirin, lê hê nehatiye temamkirin.”

Serokê Xizmetên Îdarî yê Sekreteriya Giştî ya Yekîtiya Nexweşxaneyên Gelemperiyê Pispor Dr. Murat Dîcle jî diyar kir ku têkildarî mirinên rû dane lêpirsîn didome, Huseyîn Çeçen ê sewqî Panosê hat kirin û Kejen Yalçin a sewqî nexweşxaneya Erziromê hat kirin di rê de jiyana xwe ji dest dane.