Ji Başûrê Kurdistanê piştgirî bo çalakiya birçîbûnê

Ji Başûrê Kurdistanê piştgirî bo çalakiya birçîbûnê

Bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk ku di roja 53’an de ye, nûnerên partî û rêxistinên sivîl yên Başûrê Kurdistanê civînek pêkanîn.

Partiya Zihmetkêşanî Kurdistan bi armanca balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk ku di roja 53’mîn de didome û piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê ya li Hewlêrê civînek pêkanîn. Civîna ku li navenda Partiya Zihmetkêşanî Kurdistanê pêkhat, nûnerên partiyên PDK, YNK, Goran, Yekgirto, Komala Îslamî, PÇDK, YNDK tevlî civînê bûn.

Civîna ku qasî demjimêrekê dom kir, Endamê Polîtburoya Partiya Zihmetkêşanî Kurdistanê Hîwa Seyîd Selîm ragihand ku, di civînê de ew hemû partî di xala piştgirîdayîna çalakiyê de hemfikirin, her wiha aşkera kir ku, wan têkildarî şêweyê çalakiyê xwe negihand biryarek zelal. Selîm da zanîn ku, ew weke partî dê hewil bidin meşekî ku hemû partiyan beşdar bikin dê li darbixin û wiha got: “ Em dê bi partiyên siyasî re careke din bicivin. Ji bo em sibe meşa xwe bi awayek fermî û zagonî bikin dê serî li hikumetê bidin. Em dê hewil bidin ku sibe hemû partî beşdarî meşê bibin.”

Nûnerê Tevgera Goran destnîşan kir ku, helwesta wan têkildarî piştevaniya bi çalakiya birçîbûnê re zelale, em weke tevger ji bo meş, mitîng û hemû cûre çalakî amade ne. Endamê Koordînasyona PÇDK’ê Şakir Mustefa jî weke tevgera Goran diyarkir ku, ew ji bo hemû cûre çalakî amade ne. Mustefa destnîşan kir ku, armanca bingehîn ya vê çalakiyê şikandina bêdengmayîna birojan ya Serokê Hikumeta Başûrê Kurdistanê û Hikumetê ya li hemberî çalakiyên birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk e.