Ji artêşa Tirk tevgera hewayî
Keşfên li ser Herêmên Parastinê yên Medya bênavber didomin.
Keşfên li ser Herêmên Parastinê yên Medya bênavber didomin.
Keşfên li ser Herêmên Parastinê yên Medya bênavber didomin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê xebatên keşfê yên li herêmên gerîla daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê di daxuyaniya xwe de got: “7’ê Adarê saet di navbera 12:00 - 18:00’an, 8’ê Adarê saet di navbera 02:00 - 03:00 û 18:30 - 21:30’an de, 9’ê Adarê (îro) saet di navbera 04:00 - 06:30’an de ji Herêmên Parastinê yên Medya li ser herêma Zapê pêgerên hewayî yên keşfê yên artêşa TC ya dagirker xebatên keşfê pêk anîne. Ev keşf li Herêmên Parastinê yên Medya her diçin zêde dibin.
Her wiha di 5’ê Adarê de jî li ser herêma Heftanînê, di navbera 7-8’ê Adarê de jî saet di navbera 08.00-11.30, 18.00-01.00 û di navbera saet 08:00 - 17:00 ‘an de li ser herêma Metîna xebatên keşfê pêk hatine.”