Li Amedê liv û tevgera hewayî destpê kir. Gelek balefirên şer ji Balefirgeha Leşkerî ya Amedê li ser hev rabûn. Nehate zanîn ku balefirên şer ber bi kîjan alî ve firiyan. Di vê dema dawî de liv û tevgera hewayî zêdebûye û herêmên Parastina Medya têne bombebaran kirin.