Ji Amedê 20 girtiyên din ên siyasî tên sirgûnkirin

Ji Amedê 20 girtiyên din ên siyasî tên sirgûnkirin. Di heman demê de cezayê ragirtina li hucreyê li girtiyan hat birîn.

Li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê, polîtîkaya ji bo bêdengkirina girtiyên siyasî dewam dike. Der barê 20 girtiyên din ên siyasî de biryara sirgûnkirinê hat standin. Hat ragihandin, ev girtî wê sirgûnî Bolû û Kocaelî bên kirin.

Li 9 ji van girtiyên bên sirgûnkirin cezayê ragirtina 11 rojan li hucreyê hat birîn.

NAVÊN GIRTIYÊN BÊN SIRGÛNKIRIN

13 girtiyên tên payîn sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Kandira ya Kocaeliyê werin kirin ev in: Îbrahîm Halîl Aydin, Cîhan Çelîk, Îhsan Bîter, Bûrak Taş, Eyup Işiktaş, Enver Yûrddaş, Fîkret Çopan, Mûrat Ekîncî, Bûlent Kaya, Y. Serhat Bîlgîç, Selahattîn Şîmşek, Veysî Olçen û Fadil Tûncer."

Mûhammet Geter, Ramazan Yildirim, Şoreş Olçen, Mehmet Saraçoglû, Ferît Orak, Bahattîn Solhan û Nûsret Goktaş jî tên payîn sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê bên kirin.

Ji van girtiyan, tevî ku lingê Goktaş şikestî ye û ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikare bi rêwîtiyeke dirêj de biçe, tê sirgûnkirin.