Îtîraza ji bo Tûncel hat redkirin
Îtîraza ku ji bo Hevseroka Giştî ya DBP’ê Tûncel a girtî hat kirin hat redkirin.
Îtîraza ku ji bo Hevseroka Giştî ya DBP’ê Tûncel a girtî hat kirin hat redkirin.
Daxwaznameya îtîraza ku ji bo Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel a girtî hat kirin hat redkirin.
DBP’ê di daxuyaniya xwe ya têkîldarî mijdarê de ev gotin; “Ji bo Hevseroka me ya Giştî Sebahat Tûncel a ku 21 roj in li hucreyek yekkesî ya li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Jinê ya li Silîvriyê dîl hatî girtin, ji hêla komîsyona me ya hiqûqê di 15’ê Mijdarê de daxwaznameyek îtîrazê pêşkêşî 3’yemîn Hakimtiya Sûlh Ceza ya Amedê hatibû kirin. Ev hatiye redkirin. Em vê biryarê şermezar dikin, destnîşan dikin ku divê ev sepanînên dermirovahiyê yên li dijî Hevseroka me ya Giştî tên domandin derhal bên bidawîkirin.”