ÎMAF: Ji bo vekişînê dikare sererastkirinên qanûnî bê kirin
ÎMAF: Ji bo vekişînê dikare sererastkirinên qanûnî bê kirin
ÎMAF: Ji bo vekişînê dikare sererastkirinên qanûnî bê kirin
Serokê Federasyona Mêrdîniyan a Îzmîrê (ÎMAF) nêzî 150 hezar kes di bin bana wê de û ji 16 Komeleyên Mêrdînê yen hatim cem hev pêk tên, Mehmet Şakîn Irmak diyar kir ku di pêvajoya aştiyê de heta ku aştî pêk neyê dê piştgiriya xwe bidomînin.
Irmak da zanîn ku ger di vê pêvajoyê de hikûmet paşde gavê bavêje dê ji mirinên biqewimin hikûmet berpirsyar be. Irmak destnîşan kir ku divê hikûmet vê pêvajoyê yek alî nemeşîne û got: “Parlamento ji bo vekişînê dikare sererastkirinên qanûnî bike û ev yek ji jiyana tu kesî ne girîngtir e.”
Irmak da zanîn ku Mêrdîn yek ji bajarên ku herî zêde di bin bandora şerê 30 salî de maye û wiha got: “ Ji ber vê welatiyên Mêrdînê yên ku Li Îzmîrê dijîn ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê dê têkoşîna xwe bieşînin.”
Irmak da zanîn ku ew wek Federasyona Mêrdîniyan di vê pêvajoyê de çi bikeve ser milê wan dê bikin û got: “Em wek gelê ku herî zêde di bin zextan de mane, piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Ji bo aştiyê, bo huzura vî welatî, demokratîkbûna welat, bo rondikên dayikan nerêje em dê têkoşîna xwe bilind bikin. her wiha em dê li dijî hemû kesê ku vê pêvajoyê asteng dikin jî rawestin.”
Irmak da zanîn ku hikûmê berê jî bo aştiyê hevdîtin kir, lê ji berk u cesareta wan tunebû paşde gav avêt û got: “Lê vê carê hêvî hene. Em hinekî cesur dibînin. Hikûmetê li her derê însiyatîf girtiye destê xwe. Bandora artêşê şikyaye. Gel aştiyê dixwaze. Li pêş hikûmetê jî astengî nema. Ger hikûmet ji vir şûnde paşde gavê bavêje, ji her tiştî ew berpirsyare.”