ÎLO: Tirkiye di qezayên madenê de welatê sereke ye
ÎLO: Tirkiye di qezayên madenê de welatê sereke ye
ÎLO: Tirkiye di qezayên madenê de welatê sereke ye
4'ê Kanûnê Roja Madanvanan a Cîhanê ye. Dema li Tirkiyeyê şert û mercên tenduristiya karkeran li ber çavan tê girin, her roj qezayên kar ku wekî cînayetan zêde dibin. Tenê di 11 mehên sala 2013'an de li Tirkiyeyê 80 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dane.
4'ê Kanûnê Roja Madenvanên Cîhanê ye. Di 4'ê Kanûnê de li hemû welatên cîhanê karkerên madenê vê rojê pîroz dikin. Li Tirkiyeyê li gorî daneyên ILO di pêş welatê Cîhanê de cih digire û di qezayên karkerên madenê de welatê herî sereke ye. Li gel ku dikara rê lipêş qezayan bigire jî ji ber ku tedbîran nagire rê li pêş gelek qezayan vedike û gelek karkerên madenê di qezayên kar de jiyana xwe ji dest didin. Li Tirkiyeyê tenê di 11 mehên destpêkê ên sala 2013'an de 80 karkerên madenê jyana xwe ji dest dane.
HIKUMET ŞÛNA PÊŞÎ LI MIRINA BIGIRE HENEKÊN XWE PÊ DIKE
Li Tirkiyeyê ji ber ku tedbîr nayên girtin û karker nayên parastin her dem qezayên madanê pêk tên û di van qezayan de karkar birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin. Di sala2010'an de 3 teqinên mezin pêk hatin. Di teqîna Zonguldakê ya 17'ê Adara 2010'an de 30 karkeran jiyana xwe ji dest da. Serokwezîr Erdogan ji bo ve qezayê gotibû "qeder" e û bûyer ji bûyerek rêzê nîşan dabû. Kesên ev helwesta Erdogan şermezar kirin jî wekî kesên "bêedeb" nîşan dan. Wezîrê Ewlehiya Civakî û Xebatê Omer Dînçer, jî ji bo kesên di qezaya Zonguldakê de jiyana xwe ji dest dabûn got "Xweşik mirin" kêfxweşiya xwe anî ziman. Cesedê 28 karkeran di 20'ê Gulanê de hatin dîtin. 2 karkerên din jî 8 meh şûnde hatin dîtin. Li gorî daneyan li Tirkiyeyê di sala 2010'an de 131 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
DI SALA 2013'AN DE 80 KARKERAN JIYANA XWE JI DEST DA
Li gorî daneyên odeyên pîşeyî mirina karkeran ji sedî 98 ji ber qezayên kar in. Di sala 2011'an de di qezayên madenan de 85 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Di sala 2012'an de li Ocaxa Afşînê ya Mereşê bi tevahî 11 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Di teqîna 6'ê Sibata 2011'an û 10'ê Sibata 2011'an de 75 milyon m3 ax ket xwar. di qezaya madenê ya sala 2012'an de jî herî kêm 88 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Di sala 2013'an de jî heta niha 80 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di meha mijdarê de jî li Zonguldakê 300 karkeren di bin zikê erdê de ji bo parastina mafên xwe dest bi çalakiyê kirin. Karkerên ku 170 metre di bin zikê erdê de dest bi çalakiyê kirin ji ocaxa madenê derneketin.
Li Tirkiyeyê di 7'ê Sibata 1983'an de di teqîna ocaxa komirê de 103 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di 31'ê Çileyê 1987'an e dîsa li Kozluyê hilweşin pêk hat û 8 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di 7'ê Sibata 1990'an de di teqîna grizu de 68 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di sala 1992'an de dîsa li Kozluyê dîsa teqîna girîzû pêk hat û 263 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di 26'ê sibata 1995'an de jî li Sorgûna Yozgatê di teqîna ocaxa komirê de 37 karkeran jiyana xwe ji dest dan.