ILO: Li tevayî cîhanê10 milyon zarok di şertên xeter de dixebitin
ILO: Li tevayî cîhanê10 milyon zarok di şertên xeter de dixebitin
ILO: Li tevayî cîhanê10 milyon zarok di şertên xeter de dixebitin
Rêxistina Kar a Navneteweyî (ILO) da xuyakirin ku li gelemperiya cîhanê, 10 milyon zarok di şert û mercên zehmet de ne û hin caran mîna koleyan tên xebitandin.
Di rapora ILO ya bi mebesta Roja Têkoşîna li Hemberî Xebitandina Zarokan hat weşandin de, bangawazî hat kirin ku ji bo zarok weke xizmetkaran neyên xebitandin û astengkirina tiştên wiha divê qanûnên navneteweyî werin amadekirin. Rêxistin ev pirsgirêk ku weke “karkertiya veşartî” pênase kir da xuyakirin ku ev rê li ber îstismarkirina zarokan vedike. Di raporê de tê gotin ku ji 10 milyon zarokên temenê wan di bin 14 salî de ne, di karên avê, bexçeyan û hwd. de tên xebitandin. Di heman demê de wan mecbûr dikin xizmeta zarokên ji xwe biçûktir an jî îxtiyaran bikin. Her wiha di raporê de tê gotin ku şert û mercên kar ên zarokan di bin standartan de ne û şansê wan ên perwerdeyê nîn in.
RASTÎ ÎSTISMARA CINSÎ TÊN
ILO dide xuyakirin ku, wek parçeyekî ji malê li wan zarokan nayê nihêrin û gelek caran weke koleyan tên xebitandin. Di raporê de tê destnîşankirin ji ber cihê ku zarokên karker têde tên xebitandin li pişt deriyan û ji çavan dûr in, ev zarok rastî îstismara fizîkî û cinsî tên. Zarokên karker li welatên xizan hîn zêdetir in. Ev zarok ji aliyê malbatên xwe ve ji bo debara malê bikin tên xebitandin. ILO dide xuyakirin ku ji bo li hemberî rewşa ku ew zarok têde ne têkoşîn were kirin, pêwîstî bi qanûnên neteweyî û navneteweyî hene.