ÎHH madeyên xwarinê yên xerabe belav dike

Madeyên ku ÎHH li Wanê bi îdîaya alîkariya ji bo gelê Cizîr û Geverê belav dike, derket holê ku xerabe ne.

Li Wanê, Weqfa ÎHH a nêzî AKP'ê ye di bin navê alîkariya ji bo gelê Geverê yê koç kiriye de madeyên xwarinê yên dema wan a xwarinê derbas bûye, belav dike. Welatiyên ku pê hesiyan dema van madeyan derbas bûne, li cem Şaredariyê gilî kirin û xwestin ev qaşo kampanya bê sekinandin. Li ser vê yekê, zabiteyaên şaredariyê ketin nava tevgerê û dest danîn ser van hemû malzemeyan.

Welatî her wiha li Navenda Sewalkarî û Xurekê ya Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr geriya, lê rayedarên li vê derê ji welatiyan re gotin, "Tişt pê nayê; madeyên xwarinê ji aliyê saziyeke xêrê ÎHH ve tên belavkirin."

...