Îgrek: Gelê Şengalê wê teqez ji daxwaza rêveberiya xweser venegere

Îgrek diyar kir ku Êzidiyên li kampên Başûrê Kurdistanê dijîn rastî zextên PDK’ê tên û destnîşan kir ku gele Şengalê ji bo pêşeroja xwe wê teqez dest ji daxwaza rêveberiya xweser bernede.

Serokê Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Ewropayê Fîkret Îgrek diyar kir ku Êzidiyên li kampên Başûrê Kurdistanê dijîn rastî zextên PDK’ê tên û destnîşan kir ku gele Şengalê ji bo pêşeroja xwe wê teqez dest ji daxwaza rêveberiya xweser bernede.

Serokê Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Ewropayê û rayedarê Konseya Şengalê ya li Sirgûnê Fîkret Îgrek rewşa dawî ya li Şengalê û siyaseta li hemberî civata Êzidî tê meşandin ji ANF’ê re nirxand.  Îgrek da zanîn ku ew beriya demekê çûye herêma Şengalê û anî ziman ku berxwedana hêzên HPG, YPG û YBŞ’ê ya li dijî çeteyê DAIŞ’ê didome.

Îgrek da xuyakirin ku bi berxwedanê re gelek Êzidî vegeriyane ser xaka xwe û bi vegeran re jî hewcedarî zêde bûne. Îgrek wiha berdewam kir: "Li herêma Şengalê gelek zehmetî tên kişandin. Di serî de perwerde di gelek mijaran de kêmasî hene."

'DIVÊ NY LI ŞENGALÊ HERÊMA BI EWLE AVA BIKE'

Îgrek destnîşan kir ku civata Êzidî teqez dest ji daxwaza rêveberiya xweser bernade û bang li hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku di vê mijarê de destekê bidin wan. Îgrek bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî mirovên li Şengalê dijîn jî rexne kir û got: "Em li Ewropa û gelek cihên din beşdarî konferansa dibin û daxwazên civata Êzidî tînin ziman. Li her derê em modela xweseriya demokratîk a daxwaza gelê Şengalê tînin ziman. Divê li herêma Şengalê di bin kontrola NY’ê de herêmek bi ewle bê avakirin. Eger rewşekê bi vî rengî bibe mijara gotinê, wê vegera Şengaliyan hêsantir be."

'PDK LI KAMPAN ZEXTÊ LI ÊZIDIYAN DIKE'

Îgrek bi lêv kir ku PDK li Êzidiyên ku li kampên Başûr dijîn zextan dike û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji bo azadkirina Şengalê bi sedan ciwan dixwazin beşdarî YBŞ’ê bibin, lê ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên astengkirin. Di serdana kampê de bi sedan kesî gotin ew di bin zextê de ne û ne azad in. Gotin hewcedariyên wan nayên dayîn. Dîsa gelek kesan gotin ew dixwazin vegerên Şenalê û beşdarî YBŞ’ê bibin, lê gotin ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên astengkirin."

'MAFÊ KESÎ NÎNE CUDAKARIYÊ BIXE NAVBERA KURDAN'

Îgrek di dewama axaftina xwe de got: "Eger a esas têkoşîna gelê Kurd be, çima di navbera gelê me de newekhevî tê kirin. Ez bang li rêveberên PDK’ê dikim. Mafê kesî tine ku di navbera gelê Kurd de newekheviyê bike. Piştî avabûna Meclîsa Herêma Xweser a Şengalê, PDK’ê zextên xwe zêdetir kir. Baweriyên me cuda bin jî her kes divê baş bizane ku em hemû xwedî heman nasnameyê ne û mafê me heye ku em di şert û mercên wekhev de bijîn. Divê her kes wekhev bijî.

Ti mafê PDK’ê tine ku daxwaza xweseriya demokratîk a gelê Şengalê qebûl neke. Dema DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kir, li Şengalê nêzî 9 hezar peşmerge hebûn û ev hemû bêyî şer bikin, gelê me teslîmê DAIŞ’ê kirin. Yanî pêşmergeyan li wir ti bedel neda. Eger bedela bida, wê îro bikaribûya tiştek daxwaz bikira. 

Yekane hêza îro gelê Êzidî li ser piyan dihêle HPG û YPG ye. PDK têkildarî PKK’ê îdiayan dike, dûrî ji rastiyan e. HPG û YPG ji bo azadiya gel û Şengalê têdikoş in. Êzidî jî baş dizanin ku eger HPG û YPG tinebûna wê kesî ew neparastina."

...