Îdîaya li Şemzînanê çeka cerdevaniyê dan gelek kesan

Îdîaya li Şemzînanê çeka cerdevaniyê dan gelek kesan

Hate îdîakirin ku, li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê çeka cerdevaniyê dan gelek kesan.

Li gorî agahiyan, hefteyek berê li mezraya Gadana ya gundê Qelaşkê ya Şemzînan welatî bi mînîbusa sercerdevanê bi navê Hesen birin Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeyê û çek dan wan kesan. Hate îdîakirin ku, cerdevanên çek girtin bi leşkeran re şandin operasyona Çiyayê Gomanê.

Hate îdîakirin ku, 30 kesên berê li gundên Salara û mezraya Feqyan ya Qelaşkê yên ji bo bibin cerdevan serlêdan kirin jî çek wergirtin.