Hate îdîakirin ku, gêrîla Înan Kanmaz (Baran Serhat) yê ku li Agiriyê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û li Erdexanê hate definkirin hatiye înfazkirin. Birayê gêrîla Kanmaz Cengîz Kanmaz, diyar kir ku şahidên bûyerê ji wî re gotin birayê wî û gêrîlayên din bi saxî hatin girtin û pişt re hatin înfazkirin.
Cenazeyê gêrîlayên HPG'ê Înan Kanmaz (Baran Serhat) yê ku di 10'ê mijdarê de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve hatibû girtin û li gundê Hecî Elî yê navçeya Golan a Erdexanê bi girseyî hatibû definkirin. Birayê gêrîla Kanmaz Cengîz Kanmaz ji ajansa nûçeyan ya dîcle DÎHA’ê re axivî û diyar kir ku, piştî karên defin û şînê çû herêma pevçûnê û bi şahidên bûyerê re hevdîtin kir û bi bîrxist ku birayê wî bi guleya li serî wî xistin jiyana xwe ji dest da û wiha got:
"Piştî min dît ku birayê min bi guleyekê tenê jiyana xwe ji dest da min dest bi lêkolînan kir. Ez çûm herêma bûyer lê pêk hat. Min bi gundî û şivanên wir re hevdîtin pêk anî. Li gorî agahiyên min ji şahidên bûyerê girtin birayê min û hevalê xwe di encama kemînê de bi saxî tên girtin û pişt re tên înfazkirin. Ev li ser navê mirovahiyê wehşete. Zarokên me bi saxî tên girtin û pişt re tên înfazkirin. Îşkenceyê li bedenên wan dikin. Zilmekî wisa di kîjan pirtûka olan de heye. Misilmantî di ku dera vê wahşetê de heye."
'TÊKILDARÎ MIJDARÊ EZ DÊ SERLÊDANA SÛC BIKIM'
Kanmaz da zanîn ku, ew dê têkildarî mijdarê serlêdana sûc bike û xwest ku berpirsyarên bûyerê bên darizandin û wiha axivî: "Dema birayê min zanîngeh dixwend tevlî têkoşîna gelê xwe bû. Di operasyonên bi navê KCK'ê de hate girtin. Piştî ji girtîgehê derket tevlî gerîla bû. Niha jî tevlî şehîdên Kurdistanê bû. Em dê her tim xwedî li têkoşîna birayê xwe derbikevin. Em pêşiya vê bûyerê bernadin."
Di 10'ê mijdarê de li herêma Demîrkapi û Kire Hellac ya girêdayî Gilîdagê ya navçeya Bazîdê ya Agiriyê pevçûn qewimîbû û di pevçûnê de gêrîlayên HPG'ê Înan Kanmaz (Baran Serhat) û Hasan Denktaş (Rohat Armîn) jiyana xwe ji dest dabûn.