Hunermend Akkaya serdana Guven kir

Serdanên ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 90 roj in li dijî tecrîda Îmralî di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye didome. Îro hunermend Îlkay Akkaya serdana Guven kir.

Ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan, elwehî, tenduristî û azadiya Ocalan Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Paralmentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji 8’ê Mijdara 2018’an ve di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye. Berxwedana Leyla Guven di roja 90’î de didome.

Îro hunermend Îlkay Akkaysa serdana Leyla Guven kir. Akkaya ji bo Guven strana “Kir Huznunu” strand.