HPG: Li Şirnexê 11 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiya Şirnexê de ku 6’ê Îlonê hate lidarxistin, 11 leşkerên Tirk hatine kuştin, 5 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

HPG’ê ragihand ku li Wan û Licê jî 2 leşker hatine kuştin, têkîldarî operasyonên artêşa Tirk jî daxuyanî da.

LI ŞIRNEXÊ 11 LEŞKER HATIN KUŞTIN, 5 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 6’ê Îlonê saet 12.00’an hêzên gerîlayan li dijî qereqola Guze Kurkê ya Şirnexê çalakiyek li dar xistin. Têkîldarî çalakiya ku li dijî vê nuqteya leşkerî ya ji 3 giran pêk dihat, ev agahî hatin parvekirin: “Gerîlayên me ketin çeperan, bi çekên RPG-7 û bombeyan lê dan. Li vir 3 çeper û nîzamiye ketin kontrola gerîlayên me. Her wiha Tank û wesayîta zirxî ya li gir jî hatin derbkirin. Di vê çalakiyê de bi giştî 11 leşker hatin kuştin. Dîsa, 3 MG-3, 1 BKC, 1 HK-33, 2 G3 û 1 bombeavêj hatin desteserkirin, lê ji ber hevalê me yê birîndar hebû, çek li qada çalakiyê hatin rûxandin. Di encama çalakiyê de 5 gerîlayên me jî şehîd bûne. Agahiyên têkîldarî gerîlayên me yên şehîd wê piştre bêne ragihandin.”

LI WANÊ ÇALAKÎ

HPG’ê destnîşan kir ku 7’ê Îlonê saet 17.00’an gerîlayan li dijî leşkerên qereqola Asingra ya li qada Geliyê Masîro ya girêdayî navçeya Elbak a Wanê çalakiyek sûîqestê li dar xistine û leşkerek kuştine.

LI SILOPIYAYÊ OPERASYON

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin;

7’ê Îlonê saet 22.00’an û îro heta danê sibehê artêşa TC piştî qadên Hesena Girê Çolya û Eyneka yên girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê bi obusan bombe kir, operasyon li dar xist.

HERÊMA ZAPÊ HATE BOMBEKIRIN

7’ê Îlonê saet 17.00-17.30’an balafirên şer qada Cîloyê Biçûk ê li herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.

 LI LICÊ TERORA DEWLETÊ

6’ê Îlonê artêşa TC araziya Licê ketober da ber hewanan. Ji ber hewanek li gundê Serdenê ket jî zarokek birîndar bû.

LEŞKEREK HATE KUŞTIN

7’ê Îlonê saet 09.15’an gerîlayên me li dijî leşkerên ku piştî çalakiya dawî ya li girê Qilêdar a girêdayî navçeya Licê hewl didan li hev kom bibin, çalakiyên sûîqestê li dar xistin. Di van çalakiyan de leşkerek hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

LI PASÛRÊ OPERASYON

7’ê Îlonê saet 13.30-14.00’an artêşa TC bi desteka cerdevanan jî li qada Sapûrnik a girêdayî navçeya Pasûr a Amedê operasyonek li dar xist. Ev operasyon heta danê êvarî berdewam kir, leşkeran jî ketober gule li erazî reşandin. Ji ber vê gulebaranê agir bi erazî girtiye. Ev operasyon danê êvarî saet 19.30’an bê encam vekişiya.

LI TETWANÊ BOMBERDÛMAN

7’ê Îlonê saert 16.00-16.30’an ji qereqolên Birîkar û Reşadiyê yên girêdayî Tetwanê qadên Puhok û Engesor bi hewanan hatin bomberdûmankirin. Li ser qadê jî pêgerên bêmirov ên keşfê geriyane.