HPG: Li Qaxizmanê 3 leşker hatin kuştin

HPG: Li Qaxizmanê 3 leşker hatin kuştin

Di encama çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li navçeya Qaxizmanê li dijî leşkerên ku cilên veşartî li xwe kiribûn de, 3 leşker hatin kuştin. Her wiha gerîlayên HPG’ê li navçeya Qilabana Şirnexê jî çalakiyek li dar xistin.

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê (HPG-NÇR) der barê çalakiyên gerîlayan ên li Bakûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da.

LI QAXIZMANÊ SÊ LEŞKER HATINKUŞTIN

HPG-NÇR’ê da zanîn ku li navçeya Qaxizmana Qersê sê leşker hatine kuştin û got; “2’ê Mijdarê di saet 13.05’an de li navçeya Qaxizmana Qersê li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa dagirker a tirk ê cilê veşartî li ber xwe kiribûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Li dijî leşkerên li beramberî bangawaziyên radest bibin, gule reşandin, di encama vê pevçûnê de 3 leşkerên dijmin hatiye kuştin. Artêşa dagirker a tirk piştî bi wesayitên zirxî kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye li dijî herêmê operasyonek hatiye lidarxistin.”

LI QILABANÊ ÇALAKÎ

HPG-NÇR’ê got; “2’ê Mijdarê di saet 11.00’an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên li girên Çetan bi cîh bibûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştre ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 2’ê Mijdarê li navçeya Çelê ya Colemergê li dijî derdora Samûra, Valto û Gundê Rindikê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk operasyonek hatiye lidarxistin.

LI DIJÎ HERÊMÊN GERÎLAYAN BOMBEBARAN

HPG-NÇR’ê der barê êrîşên li ser herêmên gerîlayan de jî ev agahî da: “ Di 2’ê Mijdarê de danê sibê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li nav sînorên Çeleya Colemergê li dijî herêma Şirfreza û Gundê Kanî Cennetê ya bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk heta danê nîvro ya 3’ê Mijdarê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê aşkere kir ku 1’ê Mijdarê li navbera Şirnex û Colemergê de li dijî Geliyê Marînos, Kato Marînos û Katoyê Ortê de ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk operasyonek hatiye lidarxintin.