HPG: Li Oremar û Amedê 11 leşker hatin kuştin

Hêzên Parastina Gel (HPG) da xuyakirin, ku di encama du çalakiyên li Amed û Oremarê de herî kêm 11 leşker hatine kuştin.

Hêzên Parastina Gel (HPG) da xuyakirin, ku di encama du çalakiyên li Amed û Oremarê de herî kêm 11 leşker hatine kuştin.

LI OREMARÊ 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê; roja 5'ê Nîsanê saet di 10:30 de, li hemberî qereqola Mamreş a li herêma Oremarê, hêzên gerîla bi çekên giran û ferdî çalakî lidar xistin. Li vê qereqola ku bi roketên B7 derbên giran lê hat xistin, 5 leşker mirin. 2 leşker jî ji aliyê tîmên sûîqestê yên gerîla ve hatin kuştin.

Qereqol heman rojê saet di 14:30 de jî dîsa bû hedefa gerîla. Bi roketên B7 derb li kûleya Bayrak hat xistin. Li vir jî kuştiyên artêşa Tirk çêbûn, lê agahiyeke zelal li ser mirî û birîndaran nehat bidestxistin.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk obus û hawan avêt Girê Ronahî, qadên Mêrgê, Hopê û Tepê Xwedê. Het saet 5'ê ber destê sibehê balafirên keşfê yên bêmirov li ser herêmê geriyan.

LI AMEDÊ ÇALAKIYA JI BO BÎRANÎNA GERÎLAYÊN LI GARZANÊ JIYANA XWE JI DEST DAN

Li Amedê roja 4'ê Nîsanê saet di 16'an de, komek ji gerîla li hemberî maşîna zirxî ya bi tîpa Ûral li ser rêya navbera Lice û Pasûrê çalakiya sabotajê pêk anî. Ev çalakiya ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Raman Soro ve hat lidarxistin, ji bo bîranîna gerîlayên HPG'ê yên li Garzanê jiyana xwe ji dest dan, pêk hat. Di encama çalakiyê de maşîna zirxî bi temamî îmha bû û herî kêm 4 leşker hatin kuştin.

LI SER RÊYA FARQÎN-PASÛRÊ KONTROLA RÊ

Gerîlayan roja 5'ê Nîsanê saet di navbear 12:00-15:30 de li ser rêya navçeyên Amed Farqîn û Pasûrê kontrol kirin. Piştî çalakiyê balafirên keşfê yên bêmirov ên artêşa Tirk li herêmê geriya û dûre bi hawanan êrîş li herêmê hat krin.

ÊRÎŞA LI HEMBERÎ ZAP'Ê

Artêşa Tirk îro saet di navbera 04:30-06:30 de Girê Cehennemê, Kanî Sarke û derdora ava Zê ya li herêma Zapê bombe kir. Ji ber bomberdûmanê zerar li erdê çêbûye.

Roja 5'ê Nîsanê helîkopterên bi tîpa Kobra yên artêşa Tirk ên leşker danîn ser tepê Leylek ê li Oremarê, derdora vî girî, quntarên Çarçela û derdora çemê Basya bombe kirin.