Navenda Çapemeniya HPG’ê ragihand ku, di pevçûna navbera leşkerên liherêma Sada ya Mêrdînê derketin û operasyonê û gêrîlayan de pevçûnê rû daye û 3 leşkerên dijmin hatine kuştin.
Navenda Çapemeniya HPG’ê (HPG-NÇR) têkildarî çalakiya li herêma Sada ya Mêrdînê daxuyaniyekî nivîskî da. HPG’ê di daxuyaniya xwe de behsa agahiyên ku ji aliyê rayedarên Tirk ve jî hatine dayîn kir û got ew agahî ji rastiyê dûrin.
HPG-NÇR di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku, “26’ê Mijdarê li herêma Sada ya bi ser Mêrdînê ve ji aliyê artêşa dagirker a Tirk operasyonek hatiye lidarxistin. 27’ê Mijdarê di demjimêr 08.30’an de li dijî leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me çalakiyek hatiye lidarxistin. Piştî vê çalakiyê di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûneke demkurt qewimiye. Di encama çalakî û pevçûnê de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.”
HPG’ê di derbarê daxuyaniyê rayedarên Tirk de jî diyarkir ku, “Agahiyên ji aliyê rayedarên tirk tê dayîn û tê gotin 2 rêhevalê me gihîştiye şahadetê dûrî rastiyêne.”