Di encama pevçûna li Çiyayê Gabarê yê li Şirnexê di navbera gerîlayan û leşkerên Tirk de qewimî de herî kêm leşkerek hate kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê derbarê pevçûnê de ev agahî da: “Di 30’ê Mijdarê de di saet 13.30’an de li navçeya Şirnexê li dijî leşkerên dijmin ê li Girê Şerefiyê yê Gabarê de bi cîh bûye, ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin hatiye kuştin.”