Di çalakiyên grîlayan ên di navbera 1-6’ê mijdarê de li navçeya Elkê ya Şirnexê pêk hatin de herî kêm 20 leşker hatine kuştin. Hat ragihandin ku di van pevçûnan de 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane û têkiliya bi sê gerîlayan re qut bûye.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPGê (HPG-NÇR) der barê operasyon û pevçûnên dijwar ên 1-5’ê mijdarê li navçeya Elkê ya Şirnexê qewimî de agahî da.
HPG-NÇRê got; “1’ê Mijdarê li navçeya Elkê ya Şirnexê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tevlêbûna 4 hezar leşkerî operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona ji aliyê Fermandarê Qolordiya duyemîn û Fermandarê Tumenên Colemerg û Wanê dihate rêvebirin de pevçûnên dijwar qewimîne” û ev agahî da:
“Di 1’ê Mijdarê de di saet 15.00’an de li navçeya Elkê li dijî leşkerên li Zozanên Laleş û Meydan Zengilê ne ji aliyê gerîlayên me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin, hejmara birîndara jî nehatiye zelalkirin.”
HPG-NÇR’ê diyar kir ku piştî vê çalakiyê artêşa “dagirker” a tirk bi helîkopterên kobrayan herêm bi dijwarî bombebaran kiriye, kuştî û bîrîndarê xwe jî bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.
HPG-NÇR’ê da znaîn ku di heman şevê operasyon ber bi zozanên Kejanê, navserên Peyanûs, Kato Kawalê, Kato Ortê, Girê Ehmed, Girê Reş, Çela Cengê û zozanên Mezrayê ve hatiye berfirehkirin.
HPG-NÇR’ê der barê operasyon û pevçûnên 2 heta 5’ê mijdarê de jî ev agahî da: “2’yê Mijdarê di navbera saet 04.30-05.00’an de li dijî Kato Marînos, Astenga Marînos, Anîtos, Suwara Xalê û Mamedokayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin û operasyon bi daxistinan ber bi van herêman ve belav bûye. Dijmin li herêma Pira Şînê 8 panzêr bi cîh kiriye û li ser girên bilind jî leşker bi cîh kiriye. Di heman rojê di navbera saet 10.00-11.00’an de li dijî herêma Kato Marînosê ji aliyê artêşa dagirkera tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin, piştî wê jî bi helîkopterên kobrayan bi dijwarî bombebaran kiriye.
LI MEZRAYÊ 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN
3’yê Mijdarê artêşa dagirkera a tirk xwestiye dakeve berfirehiyên eraziyê, li dijî van leşkeran li herêma Mezrayê ji aliyê gerîlayên me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama lêdana bi bandor û bombeyan 6 leşkerên dijmin hatine kuştin .
4’ê Mijdarê li gel herêmên operasyon berdewam dike ber bi Deriyê Şehîd Botan û Deriyê Hirçê jî hatiye berfireh kirin.
5’ê Mijdarê di saet 13.15’an de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin ên xwestiye dakeve Katoyan de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnên heta saet 15.30’an berdewam kiriye ji 10’an zêdetir leşker hatiye kuştin, gelek leşker jî birîndar bûye. Ji ber bombebaran dijwar a dijmin hejmara zelal nehatiye tesbîtkirin. Di heman rojê di navbera saet 12.00-20.00’an de artêşa dagirker a tirk ku derbeyên giran xwarine bi piştgiriya helîkopterên kobrayan paş de vekişiyaye.
6’ê Mijdarê di saet 16.30’an de jî li dijî leşkerên li Şikêrê Spî bi cîh bibûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di heman saetan de helîkopterên skorkskyê xwestiye mudaxeyî cihê bûyerê bike, rastî bergiriya gerîlayên me hatiye bê ku bikeve herêmê paş de vekişiyaye.
Di encama lêdanên bandor ên gerîlayên me artêşa tirk derbeyên giran xwariye û di roja 7’emîn a operasyonê naçar maye paş de vekişe.”
4 GERÎLAYA JIYANA XWE JI DEST DAN
HPG-NÇRê der barê wendahiyên gerîlayan de jî ev agahî da: “Di encama pevçûnên di roja pêncemîn (5’ê Mijdarê) de qewimîne 4 rêhevalê me gihîştine şahadetê. Dema nasnameyên van rêhevalên me zelal bû wê raya giştî were agahdarkirin. Herweha yekîneyeke gerîlayên me ya ji 3 kesan pêk tê jî heta niha têkilî nehatiye danîn.