HPG: Li Amedê 17 tîmên taybet hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiya duh a li Amedê de 17 tîmên taybet hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiya duh a li Amedê de 17 tîmên taybet hatine kuştin.
HPG’ê ragihand ku çalakî “di şexsê Şehîd Çiyager û Şehîd Mordem de li ser navê şehîdên berxwedana Sûrê ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Şevger hatiye lidarxistin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê detayên çalakiya duh li navçeya Rezan a Amedê ya li ser polîsên tîmên taybet hate lidarxistin da xuyakirin.
HPG’ê di daxuyaniyê de eşkere kir ku di çalakiyê de 17 tîmên taybet hatine kuştin û 13 polîs jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî cih girtin:
17 TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN, 13 BIRÎNDAR BÛN
“Li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li Kurdistanê, gerîlayên li hember polîsên tîmên taybet ên li navçeya Rezan a Amedê çalakiyek berfireh li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;
31’ê Adarê saet 17.00’an li zîviroka otogarê ya li taxa Bagcilar a navçeya Rezana Amedê, Tîma me ya Tolhildanê ya Şehîd Şevger li hember konvoya polîsên tîmên taybet çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de otobus bi temamî hate îmhakirin, 17 polîsên tîmên taybet jî tê de mirin, 13 polîsên tîmên taybet birîndar bûn. Her wiha wesayîtek zirxî ya Akrep jî di astek girîng de îmha bûye. Di wesayîtê de her çiqasî hejmarek zêde mirî û birîndar hebin jî hejmar nehatiye zelalkirin. Ev çalakiya di şexsê Şehîd Çiyager û Şehîd Mordem de li ser navê şehîdên berxwedana Sûrê pêk hatiye. Medyaya şerê taybet a Tirk da xuyakirin ku 7 polîs miriye û bi vê hewl daye ser windahiyên xwe yên rastîn binuxumîne.”