HPG: Êrîşa li dijî eşîra Jîrkî provokasyona dewletê ye

Hêzên Parastina Gel (HPG) da xuyakirin, ku hêzên wan endamê eşîra Jîrkî Tahîr Adiyaman hedef negirtine û destnîşan kir, ev bûyer provokasyonek bi destê dewletê hatiye kirin e.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hat ragihandin, êrîşa li hemberî Adiyaman mînakek ji şerê kirêt ê dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di çapemeniyê de hat gotin, 'PKK'ê pêşî li Tahîr Adiyaman ê ji eşîra Jîrkî girtiye û ew birîndar kiriye'. Biryara tevgera me nîne, ku li hemberî kesekî ji eşîra Jîrkî yan jî li hemberî Tahîr Adiyaman çalakiyê pêk bîne. Ti eleqeya vê bûyerê bi me ve nîne. Ji xwe ji ber şert û mercên demsalê, niha li herêma bûyer qewimiye, ti hêzeke me nîne. Li gorî agahiyên gihaştine ber destê me, hin endamên eşîra Jîrkî yên naxwazin cerdevanên Jîrkî xwe ji operasyona li Şirnexê vekişînin, bi teşwîqa dewletê ev bûyer kirine.

Bi awayekî zelal tê dîtin, ev bûyer bi rengekî provokasyonê, bi destê dewletê hatiye amadekirin e. Tevî ku rewşe ewçend vekirî û zelal e û hin endamên eşîra Jîrkî daxuyaniyên erênî dane jî, hin endamên din ên vê eşîrê zimanekî agresîf û dijminane bi kar anîn û daxuyanî dan. Ev yek nîşan dide, ku dijmin di ser eşîra Jîrkî re ketiye nava hin hewldanan û dixwaze hin ji wan li hemberî tevgera me tehrîk bike û weke kontra bi kar bîne. Em di wê baweriyê de ne, ku hemû mirovên me yên welatparêz ên endamên eşîra Jîrkî û tevahiya gelê me yê Botanê, wê li hemberî lîstik û provokasyonên bi vî rengî yên dewletê hişyar bin, helwesteke welatparêzî nîşan bidin û van lîstik û provokasyonên namerdî pûç bikin."