HPG'ê YPS pîroz kir
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê çalakiyên 15-16'ê Nîsanê yên YPS'ê li Şirnexê pêk anî weke 'hunereke bilind a taktîkî û cesareteke mezin' pênase kir û milîtanên YPS'ê pîroz kir.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê çalakiyên 15-16'ê Nîsanê yên YPS'ê li Şirnexê pêk anî weke 'hunereke bilind a taktîkî û cesareteke mezin' pênase kir û milîtanên YPS'ê pîroz kir.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê mesajek ji Kordînasyona Giştî ya YPS'ê re şand û berxwedana wan a li dijî rejîma AKP'ê pîroz kir.
Di peyamê de çalakiyên 15-16'ê Nîsanê yên YPS'ê li Şirnexê pêk anî weke 'hunereke bilind a taktîkî û cesareteke mezin' hat pênasekirin û milîtanên YPS'ê hatin pîrozkirin.
MILÎTANÊN LI ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ PÊK ANÎN PÎROZ KIR
Peyama Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê ya ji bo Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bi vî rengî ye:
"Em berxwedana we ya pîroz a bi pêşengiya ciwanên Kurdistanê li dijî êrîşên rejîma AKP'ê li Kurdistanê dimeşînin, silav dikin. Mîna li Nisêbînê, ji ber ku we herî dawî li Şirnexê di 15-16'ê Nîsanê de bi hunereke xurt a taktîkî û cesareteke mezin derbeke mezin li hêzên mêtînger-talanker xistin, em Kordînasyona we, Fermandariya we ya Şirnexê û hemû milîtanên YPS'ê yên giranbuha û hêja, ku ev çalakiya watedar pêk anîne, pîroz dikin. Em dixwazin hûn zanibin, ku di têkoşîna parastina xweseriya demokratîk de hûn bi tenê nînin; em weke HPG û tevahiya gelê Kurdistanê, wê timî li pişt vê berxwedana dîrokî ya destanên lehengiyê dinivîsîne bin. Têkoşîna hûn li dijî zilma mêtînger-faşîst dimeşînin, ne tenê têkoşîna parastina mafê xweser ê gelê Kurd e, di heman demê de têkoşîneke demokrasî, azadî û mirovahiyê ye ku îlhamê dide hemû hêzên demokratîk û azadîparêz.
Weke şopdarên berxwedêrên Sûr û Cizîrê, ev berxwedana we ya li Nisêbîn, Şirnex û gelek deverên din, li dijî qirkirinê li ser navê mirovahiyê xwedî wateyeke mezin e û nirxan dafirîne. Em bawer in, ku di vê meşa xwe ya berxwedana pîroz de hûnê mora xwe deynin binê serketinên hîn m ezintir. Li ser vê bingehê em hemû şervanên YPS'ê bi teqdîr silav dikin û ji dil ji we re serketinê dixwazin."