HPG’ê têkîldarî êrîşên artêşa Tirk daxuyanî da
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê da xuyakirin ku operasyona artêşa Tirk a li Bazîdê bê encam bi dawî bûye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê da xuyakirin ku operasyona artêşa Tirk a li Bazîdê bê encam bi dawî bûye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê di daxuyaniyê de cih da êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî.
OPERASYONA LI BAZÎDÊ BÊ ENCAM MA
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê da xuyakirin ku 24’ê Adarê artêşa Tirk yekîneyên veşartî yên ji 20 kesan pêk dihatin li girê Kader Çavûş, Kirê Demîrkapi û gundê Ce Hukumetî yên girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê bi cih kirine, dest bi operasyonê kirine û kemîn danîne. Ev operasyon di heman rojê de bê encam vekişandine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê wiha got: “26’ê Adarê artêşa TC li bejahiya gundê Çîtlîk ê girêdayî Bazîdê dest bi operasyonê kiriye. Di heman rojê de operasyon vekişandine.”
LI ŞIRNEXÊ ÊRÎŞA HELÎKOPTERAN
HPG’ê ragihand ku 31’ê Adarê saet 21.00-22.00’an 2 helîkopterên Kobra li qadên Basret û Spîviyan ên girêdayî Şirnexê dane.
LI HEMBER OREMARÊ ÊRÎŞ
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkîldarî êrîş û tevgera artêşa TC ev agahî parve kirin:
“31’ê Adarê saet 14.00-15.00’an 2 helîkopterên Skorsky bi piştgiriya 2 helîkopterên Kobra ve li derdora qada Şehîd Zerdeşt a li herêma Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê leşker danîne. Dema danîna leşkeran de helîkopterên Kobra li girê Şehîd Gafûr dane. Her wiha qereqola Oremarê jî bi obus û hewanan girê Şehîd Gafûr bombe kiriye.
31’ê Adarê saet 16.00-18.00’an gelek leşkerên ji qereqola Sîlor a li xeta sînorê navçeya Şemzînan a Colemêrgê li zozana Xapûşkê bi cih bûne.
LI HEMBER HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ ÊRÎŞ
1’ê Nîsanê saet 08.30-09.00’an balafirên şer qada Çemço ya girêdayî herêma Zapê ya Herêmên me yên Parastina Medyayê bombe kirine.
31’ê Adarê û 1’ê Nîsanê li ser Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê gelek tevgera balafirên şer û pêgerên hewayî yên keşfê çêbûne.
31’ê Adarê saet 11.00-17.00’an qereqola Serê Sevê ya li sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê; qada Çiyayê Reş a girêdayî herêma Zapê bi obus û kayûşayan bombe kir.