HPG’ê têkîldarî çalakî û operasyonan daxuyanî da

HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Şirnex û Colemêrgê çalakî li dar xistine. HPG’ê da xuyakirin ku artêşa Tirk li Cûdiyê dest bi operasyonê kiriye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya HPG’ê de ev hatin gotin;

“24’ê Mijdarê saet 09.30’an hêzên me li dijî artêşa TC a ku xwe li qûntarê girê Hopê yê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi cih kiribû bi çekên ferdî û RPG-7 çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.

23’yê Mijdarê artêşa TC li qada Cûdî ya Şirnexê operasyonek da destpêkirin. Ev operasyona roja 24’ê Mijdarê heta mintiqayên Nêwawa, Kusêkeça û Gundikremo hatiye berfirehkirin. Heman rojê artêşa TC qad bi obus û hewanan bombe kiriye. Dîsa, danê nîvro jî balafirên şer Navser bombe kirine.

24’ê Mijdarê saet 07.30’an komek leşker dema li qûntarê Kursêkeça tevdigeriyan ji hêla hêzên me ve çalakiya sabotajê hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de qasî hat zelalkirin leşkerek hatiye kuştin, 2 leşker û 3 kontra jî birîndar bûne. Her wiha, dema baskekî vê hewl dida bikeve gundê Kikerê jî ji hêla hêzên me hatin hedefkirin. Li vir hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Operasyon 24’ê Mijdarê vekişiyaye. Artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê dûr xistine.”