HPG’ê nûçeyên weke li Amanosan “operasyonek mezin” hatiye li darxistin û 13 gêrîlayan jiyana xwe ji dest daye derewand. HPG’ê di derbarê vê nûçeyê de “Artêşa dagirker ya Tirk şert û mercên demsalê jî li ber çavan girtiye û her cure teknîka di destê xwe de bikaraniye û xwestiye bi nûçeyên bi vî rengî derew, serdestiya psîkolojîk ya wendakiriye bixe destê xwe.”
Rayedar û çapemeniya Tirk îdîakiribûn ku, li Amanosan operasyon hatiye li darxistin û “derbeyek mezin li HPG’ê” dane, her wiha vê operasyonê de 13 gêrîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane û 5 gêrîla jî bisaxî “girtine”. Piştî birojan weşandina van nûçeyan HPG’ê nûçe derewandin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) ragihand ku, “Artêşa dagirker ya tirk û amûra herî bi hêz ya şerê taybet di tevahiya sala 2012’an de di tevgerên şoreşgerî yên ji aliyê gerîlayên me ve hate lidarxistin, derbeyên giran xwarin û nekarîne vê rastiyê ji gel û raya giştî veşêrin. Artêşa dagirker ya tirk şert û mercên demsalê jî li ber çavan girtiye û her cure teknîka di destê xwe de bikaraniye û xwestiye bi nûçeyên bi vî rengî derew, serdestiya psîkolojîk ya wendakiriye bixe destê xwe. Bi vî rengî jî dîsa xwestiye morala gelê mê bi van nûçeyên derew xira bikin. Qaşo opersayona berfireh ya di çapemeniya tirk de bi rojan hate vegotin, Dortyol, Îskenderûn û Osmaniye daye ber xwe lê weke dane xuyakirin, ne serkeftina wane, tenê bi van derewên pûç û vala xwe xapandine. Divê gelê me guh nedin nûçeyên derew ên artêşa dagirker a tirk û çapemeniya wê ya berdewkiya wê dike û heta ji aliyê me ve di derbarê bûyeran de daxuyaniyek neyê dayîn ji wan nûçeyan bawer neke.”
LI DIJÎ QEREQOLA GIRÊ HISÊN ÇALAKÎ
Li aliyê din jî Navenda Çapemenî-Ragihandin HPG’ê destnîşan kir ku, “6’ê Mijdarê di demjimêr 18.30’an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li dijî qereqola Girê Hisên ya li ser riya hevirmêşê rê kontrol dike ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin, avahiya qereqolê agir girtiye û piştî çalakiyê bi 20 deqan embûlans hatine cihê çalakiyê.”