HPG’ê nasnameya onbaşiyê mirina wî dihat veşartin aşkere kir

HPG’ê nasnameya onbaşiyê mirina wî dihat veşartin aşkere kir

HPG’ê da zanîn ku leşkerê ji navçeya Silopiya Şirnexê yê ku artêşa Tirk îdîa kir ku di çalakiya gerîlayan de hatiye kuştin, ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye kuştin.HPG’ê nasnameya onbaşiyê ku hate kuştin û artêşa Tirk nasnameya wî vedişêre aşkere kir.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê da zanîn ku leşkerê ji Silopiyê ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye kuştin û ev agahî da:

“Di 2’yê Mijdarê de li navçeya Lîceya Amedê li dijî Qereqola Angul û girê ewlekariya wê digire çalakiyek hatibû lidarxistin û raya giştî hatibû agahdarkirin. Di çapemeniya tirk de tê gotin ku leşkereke ji Silopiya Şirnexê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. Ev leşker piştî çalkaiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye kuştin herweha navê leşkereke hatiye kuştin û ji aliyê artêşa tirk ve nehatiye eşkerekirin jî Onbaşiyê piyade Okan Çukul e.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) duh jî der barê çalakiya gerîlayan a 2’yê mijdarê li Amedê pêk hat de daxuyaniyek da û got; “Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Armanç û Şehîd Harûn de ji aliyê gerîlayên me ve li navçeya Lîceya Amedê çalakiyek berfireh hatiye lidarxistin.”

HPG-NÇR’ê ev agahî da; “Di 2’ê Mijdarê de di saet 16.00’an de li navçeya Amedê li dijî Qereqola Angûl û girê ewlekariya girê qereqolê digre ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyên hemwext hatiye lidarxistin. Gerîlayên me ji 4 baskan ketine girê ewlekariyê di nava 45 xulekan de gir xitine û 26 leşkerên dijmin hatiye kuştin. Li vî girê herweha 2 çekên G3, 6 cercorên vê çekê û nasnameyeke leşkeran hatiye desteserkirin.”

HPG-NÇR’ê da zanîn ku gerîlayan avahiya qereqolê dane ber gulleyan û hemû çeperên wê bi awayeke bi bandor hatine lêdan û got: “Gerîlayên me yê avahiya qereqolê jî daye ber guleyan, hemû çeperên wê û avahiya wê bi awayeke bandor hatiye lêdan. Li dijî karwaneke leşkerî ya ji bo mudaxeleya qereqolê dihatin ji aliyê gerîlayên xistine kemînê, wesayiteke kîrpiyê l gel 15 leşkerên tê de hatiye rûxandin. Karwana leşkerî ya naçar maye paş de vekişe, pişt re jî ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan li dijî derdora qereqolê hatiye bombekirin, bi wesayitên zirxî jî bê ser û ber hatiye gulebarankirin.”