Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniya xwe ya beriya niha sererast kir û ji malbaat Abûkan lêborîn xwest.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê de hat gotin, "Roja 20'ê Tîrmehê li ser rêya Şirnex-Sêrtê yekîneyên leşkerî û komek ji gerîlayên me li hev rast hatin û li vir şer derket. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hat ragihandin ku hevalê me Rodî (Adem Abûkan) şehîd bûye.
Lê eşkere bû ku ev agahiya gihîştibû ber destê me ne rast e û me piştrast kir ku hevalê me Rodî dîl ketiye destê dijmin.
Ji ber vê îlana şaş a li ser hevalê me Rodî, em ji malbata Abûkan a hêja û tevahiya gelê xwe lêborînê dixwazin. Ji bo careke din rewşeke bi vî rengî rû nede, em ê hewldanên xwe zêdetir bikin.