HPGê bîlançoya şer a meha Mijdarê aşkere kir. Li gorî vê di mijdarê de 201 endamên artêşa Tirk hatin kuştin, 41 gerîlayên HPGê jiyana xwe ji dest dan. Di encama êrîşên hewayî yên artêşa Tirk de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPGê (HPG-NÇR) bîlançoya şer a meha Mijdara 2012 ji raya giştî re aşkere kir.
Li gorî bîlançoyê di vê mehê de artêşa Tirk 16 operasyonên bejahî li dar xist, herêmên di bin kontrola gerîlayan de 21 caran hate bombebarankirin, 2 êrîşên bi kopbran û 24 jî yên bi tank û topan pêk hatin.
Li gorî Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê bîlançoya şer a meha mijdarê wiha ye:
Opersayonên bejahî yên artêşda dagirker a tirk: 16
Êrîşên hewayî yên artêşda dagirker a tirk:21
Êrîşên kobra yên artêşda dagirker a tirk: : : 15
Êrîşên top û tankan ên artêşa dagirker a tirk: : 24
Pevçûnên di encama operasyonan de qewimiye:15
Çalakiyên gerîlayên me li beramberî operasyonên dijmin de lidarxistiye: 47
Pevçûn û çalakiyên ji aliyê me ve encamên wan nehatiye zelalkirin : 15
Hejmara leşkerên dijmin ên di pevçûn û çalakiyan de hatiye kuştin : 201
Hejmara leşkerên dijmin ên di pevçûn û çalakiyan de birîndar ketiye: 14
Helîkopterên skorsky ên hatiye xistin :1
Helîkopterên skorsky ên hatiye derbekirin: 5
Helîkopterên kobra yên hatiye derbekirin: 1
Alav û amûrên dijmin ên hatine tunekirin: 4 tank, 2 çeka giran a otomatî A4, çekeke balefirşikêr, wesayiteke kirpiyê, wezayiteke zirxî, wesayiteke daggeyigi
Alav û amûrên dijmin ên hatiye desteserkirin: 2 çeka HK 33 (melez), 2 çekên G3, çekeke M16, çekeke sûîkastê, 6 cerjor, 2 çenteyên piştê û gelek alavên leşkerî
Wesayitên bi armanca leşkerî di xebatên dijmin de dixebite û hatine rûxandin: 1 dozer
Girtin û binçavkirinên ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kirin: 13 (10 ji wan serbest hatiye berdan)
Hejmara gerîlayên me yê şehîd ketine: 41