HPG’ê bîlançoya Tendurekê ragihand: 86 leşkerên Tirk hatin kuştin, 58 birîndar bûn

HPG’ê diyar kir ku di operasyonan de bi giştî 86 leşkerên Tirk hatin kuştin, 58 jî birîndar bûn. HPG’ê da xuyakirin ku gerîlayên wan Eylem û Sîpan jî di şer de jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên operasyon, şer û çalakiyên li Çiyayê Tendurekê da xuyakirin.

HPG’ê diyar kir ku di operasyonan de bi giştî 86 leşkerên Tirk hatin kuştin, 58 jî birîndar bûn. HPG’ê da xuyakirin ku gerîlayên wan Eylem û Sîpan jî di şer de jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev detay cih digirin:

30’ê Tebaxê li qada Tendurek a mabeyna navçeyên Ebex a Wanê û Bazîda Agiriyê artêşa TC bi tevlîbûna hezaran leşkerî ve operasyonek daye destpêkirin.

 Ji bejahiyê bi obus, hewan û bataryayên tankan ve, her wiha ji hewayî jî bi balafirên şer ve ev operasyon domandiye. Di vê operasyonê de ku îmhakirina hêzên gerîlayên û tinehesibandina îradeya gelê me yê welatparêz kiriye hedef, dewleta Tirk çawa ku ti serkeftin bi dest nexistin, her wiha gelek kuştî jî dan. Detayên vê operasyonê wiha ne;

‘YEKÎNEYA FEDAÎ FERMANDARIYA OPERASYONÊ ÎMHA KIR’

31’ê Tebaxê operasyon bi bomberdûmanên hewan, obus û tankan destpê kir, heta 1’ê Îlonê bênavber dewam kir. Bi van bomberdûmanan re, li bejahiyê leşker bi cih kirine û operasyona bejahî jî destpê kiriye. 1’ê Îlonê saet 06.30’an dema yekîneyên leşkeran hewl dan ji mintiqayên Kir, Kelareş û Teperiyê bikevin qadê, ji hêla gerîlayên me ve hatin kontrolkirin û ji mesafeyek nêz çalakî hatin lidarxistin. Di encama çalakiyê de bi zelalî 7 leşker hatin kuştin, 8 leşker jî birîndar bûn. Yekîneyên leşkerî ên ketin denetîma gerîlayên me ti pêşdeçûyîn bi dest nexistin. Her wiha nuqteya koordîneya yekîneyên leşkerî jî hate tespîtkirin, tîmek fedaî ya gerîlayên me bi fermandariya hevalê me Mahîr li dijî vê nuqteyê çalakî li dar xistin. Gerîlayên me yên bi fedaîtî ketin nuqteyê bi bombeyan li leşkerên payebilind dan, di encam de yek ustegmenek û 2 serpel hatin kuştin. Li çeperek din a ku leşkeran xwe tê de veşartibûn jî şer qewimî û Fermandarê Baskê êrîşê hevalê Mahîrê şehîd bû. Gerîlayên me bi bandor li van leşkeran dan û di encama de 3 leşkerên din jî hatin kuştin. Li vir gelek leşker jî birîndar bû, lê hejmar nehate zelalkirin.

BI DEHAN LEŞKER HATIN DORPÊÇKIRIN Û KUŞTIN

Ji bo yekîneya leşkerî ji kontrola hêzên me derkeve, bi armanca destwerdanê yekîneyek leşkerî ya ji 40 kesî pêk dihat şandin. Ev yekîneya ket nav tevgerê, saet 10.00’an ji hêla gerîlayên me ve bi roketan, çekên navîn û ferdî hate hedefkirin. Li vî baskê leşkerî bi zelalî 13 leşker hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn. Artêşa TC a tevahî hewldanên wê şikestin, êdî nema dikarîbû xwe bilebitanda.

1’ê Îlonê saet 09.00’an 2 baskên leşkerî hewl dane ji Deriyê Dasina bikevin qada Kir. Yekîneyek gerîlayên me ji du baskan di mesafeyek nêz de li van baskan dane. Li vir bi zelalî 3 leşker mirin, 5 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên ku hewl dan li eraziya qada Şehîd Dijwarê kom bibin, careke din hewl dan ji du baskan bikevin qada Kirê. Gerîlayên me ev dorpêç kirin û lê dan. Li vî baskî bi zelalî 14 leşker hatin kuştin, 15 leşker jî birîndar bûn. Li vir heta danê êvarî dem bi dem şer rû daye. Baskê duyem ê leşkerî jî hate kontrolkirin, li dijî çepera ku 8 leşker tê de bûn çalakî hate lidarxistin. Li vir hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.

ÊRÎŞA KOBRAYÊ HATE ŞIKANDIN

Helîkoptêrên Kobra xwestin  mudaxeleyî cihê dorpêçayî bike lê bi çekên giran derb lê hatiye xistin, helîkoptêra  Kobra ku derb xwar bilez ji qadê dûr ket. Êvarî saet 18.00’an 2 helîkoptêran dîsa xwestin mudaxeleyî qadê bikin, dîsa derbên xweş li wan ketin û ji qadê dûr ketin. Yekîneyên artêşa Tirk ku di jêr kontrola me de man û nekarîn xwe tev bilivînin, heta 2’yê Îlonê berê sibehê jî bi hewan û obûsan li qadê xistin.

2’YÊ ÎLONÊ LI DIJÎ LEŞKERÊN KU JI 3 MILAN HATIN DORPÊÇKIRIN ÇALAKÎ

2’yê Îlonê berê sibehê yekîneyên leşkerî ji 3 milan ve, ji qada Şehîd Bextiyan mudaxeleyî qada dorpêçayî kirin û xwestin mirî û birîndarên xwe bibin. Milê pêşî saet 09.00’an ketin bin kontrolê, bi çekên otomatîk li wan hatiye reşandin, 6 leşker mirine û gelek jê jî birîndar bûne. Milê duyê û sêyê jî bi temamî ketine bin kontrolê û êrîşek bi ser wan de hatiye anîn. Di vê êrîşê de 7 leşker mirine û 10 jê jî birîndar bûne. Li vê derê şer heta êvarî berdewam kiriye. Di şerê mesafeya nêz de helîkopterên Kobra dema ku mudaxlee kirine, li leşkerên xwe xistiye lê nehatiye zanîn bê ka di vê lêxistinê de çend leşker mirine. Di vî şerî de hevrêya me Eylem bi lehengî şer kiriye û şehîd bûye.

2’yê Îlonê saet 17.00’an baskekî leşkeran ê ku ji 45 kesan pêk hatî, ji qada Şehîd Tûfan xwestin têkevin kada dorpêçayî de. Ev yekîneya leşkerî ji hêla gerîlayên me ve, bi rokên, bombe û çekên şexsî ji mesafeya nêzîk derb xwarine. Li vê derê gerîlayek birîndar bûye, helîkoptêrên Kobra mudaxaleyî şer kiriye û li leşkeran xistiye. Bi çekên giran bersiv ji Kobrayê re hatiye dayin û helîkoptêra Kobra ji qadê dûr ketiye. Li vir şer 45 deqe dom kir. Di encamê de 30 leşker mirin û 10 jê birîndar bûn.

Hevrêyê me Sîpan ku di vî şerî de bi giranî birîndar bûbû şehîd bûye.

ZÊDETIRÎ CENAZEYÊN 20 LEŞKERAN 4 ROJAN LI QADÊ MAN

Ji 20’an zêdetir cenazeyên leşkerên yekîneyên operasyonê 4 rojan li qada şer mane û artêşa TC’ê her cara ku xwestî mudaxele bike gelek windahî dane. Leşkerên birîndar û nekarîn xwe ji dorpêçê xilas bikin, bi bombekirina zêde encex firset dîtine ku roja 4’an ji qadê derkevin. Piştî ku leşker ji qadê derketin bi balafirên şer, obûs, hewan, tang û kobrayan, heta êvara 5’ê Îlonê hemû qad hatiye bombekirin.

Artêşa Tirk ku sivîl ji bo cenazeyan derxînin bi kar anîni gelek malzemeyên leşkerî jî li pey xwe hiştin.

Ev operasyon ji hêla gerîlayên me yên HPG û YJA Starê ve, ji ber ku ji Rêber Apo agahî nayê standin, hatiye kirin.

Di pêvaya operasyonê de, di şerê bûyî de 86 leşker mirin û 58 birîndar bûne.

Di operasyonê de hevalên me Mahîr, Sîpan û Eylam bi biryardariyeke fedaî û şervaniyê şehîd ketine. Têkildarî gerîlayên me yên ku şehîd bûne, agahî piştre bi z êdeyî wê werin dayin.”